A A A

Serokomar Erdogan: Pirsgirêka kurdan tuneye

: 2015-03-15 21:01

BALIKESÎR - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser meseleya kurdan de sekini û wiha ifade kir: Li vî welatî tu caran pirsgirêka bi navê 'Kurd' çênebû.

Serokomar Erdogan: Pirsgirêka kurdan tuneye

Serokomar  Erdogan Li Balikesîrê di ‘Merasîma 2015an a Xelatên Aboriyê’ de derbarê ‘Pêvajoya Çareserîyê’ axivî û got: "Hûn lê dinêrin, hebe tunebe pirsgirêka Kurdan. Birayê min çi pirsgirêka Kurdan? Êdî tiştekî wiha tuneye.”

Erdogan serdana xwe ya Amedê ya 2005 bibîrxist û wiha ragihand: “Min di sala 2005an de di axaftina xwe ya li Diyarbekirê de ev eşkere kir. Min çi got? Li vî welatî her nijadek pirsgirêkê wî yê cuda heye. Duhê dema ku ez bi birayên xwe yên mitrip re jî hatim bal hev min dîsa got. Pirsgirêkên birayên min ên Roman jî hene. Yên Tirkan jî hene, yên Lazan jî hene û yên Abazayan jî hene. Pirsgirêka Boşnakan jî heye. Lêbelê çareserkirina van pirsgêriak peywira kî ye, helbet bêşik erka hikûmetan û rêveberiyan e. Birayê min çiyê te kêm e? Wekî kurdekî tu li vî welatî bûyî Serokomar? Belê, bûyî. Te Serokwezîr derxist? Belê, derxist. Te Wezîr derxist? Belê, derxist. Tu di Hêzên Çekdarên Tirk de heyî? Belê, heyî. Tu êdî çi dixwazî, çi dixwazî? Ser xatirê Xwedê, ji me cuda çiyê we heye? Her tiştê we heye. "

Erdogan axaftina xwe ya merasîmê wiha bi dawî anî: "Li vî welatî tu caran pirsgirêka bi navê 'Kurd' çênebû. Lêbelê ev bi qesdî bi destê hin kesan di rojevê de dimîne. Dibe ku pirsgirêka welatiyê min ê Kurd hebe. Welatiyê min ê Tirk çiqas pirsgirêka wî hebe, yê wî jî ewqas heye." (İLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

2017-07-23 17:11:10

Li gund û gundikên Çewlîgê dest bi çêkirina dimsa tûyan hat kirin.

Rektorê Zanîngeha Şirnexê ji ber qrîza qelb jiyana xwe ji dest da

Rektorê Zanîngeha Şirnexê ji ber qrîza qelb jiyana xwe ji dest da

2017-07-23 16:02:53

Prof. Dr. Mehmet Nûrî Nasê ku Rektorê Zanîngeha Şirnexê ye ji ber ku qrîza qelb derbas kir wî rakirin nexweşxanê. Nasê ku hat rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

 “Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

“Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

2017-07-23 14:21:33

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta ku ew li welatên kendavê bike li balafirgehê derheqê êrîşên ku ji teref siyonîstan ve li Mescîda Eqsayê tên kirin de daxuyanî da.

Hemû Nûçe

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-8

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku di teşebûsa 15ê Tîrmehê de ji wan kesên ku ewil derketibûn derve şexsek bû qala wê şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê kir.

Bi dîmenan xwepêşanên ku ji bo Mescîda Eqsayê hatine tertîpkirin

Li gelek bajêr û navçeyan xelkê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û ji bo Mescîda Eqsayê xwepêşanan li dar xistin.

“Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ji wan astengkirin û şehîdkirinên ku ji teref siyonîstan ve tên kirin re bertek nîşan da û got ‘Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye.’

Siyonîstan 3 Mislimanên din jî qetil kirin

Di xwepêşanên ku doh piştî nimêja înê hatin tertîpkirin de 3 Mislimanên din jî ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin qetilkirin û bi sedan Misliman jî hatin birîndarkirin.

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir ‘Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'
Hemû Nûçe