A A A

“Çareseriya pirsgirêka kurd, ne li paytextên emperyalîstan e”

: 2015-03-07 14:29

DIYARBEKIR - Serokê giştîyê Platforma Anadoluyê Tûrgay Aldemîr ê ku tevlî “Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ”bû, bal kişand ser vê yekê ku divê meriv li welatên ecnebî û biyanî li çareseriya pirsgirêkê negere.

“Çareseriya pirsgirêka kurd, ne li paytextên emperyalîstan e”

Li Amedê, serokê giştîyê Platforma Anadoluyê Tûrgay Aldemîr di “Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê” de xeber da û îfade kir ku di pêvajoya çareseriyê de berpirsyarî û mesûliyet dikeve ser milên her kesî.

Aldemîr got ku divê meriv dilan bike yek û yekîtî û pevrebûneke mezintir pêkbîne û wiha dewam kir: “Yan na ew ê xortên cografyaya kurd wek karkeran,war biwar li dû şerpezehiyê bêne rêkirin. Em behsa pêşeroja xwe û zarokên xwe dikin. Niha paşeroja dewlet û rêxistinê, elbet nahêle ev pirsgirêk di zemîneke saxlemtir de çareser bibin.”

“Dewlet ji berkirinên xwe yên li herêmê divê derkeve pêş civatê”

Aldemîr destnîşan kir ku, pêvajo berpirsyar û mesûliyetên girîng dide ser milên însanan  û wiha got: “Hemî kar bêyî li ber civatê sehakek vala bêhiştin, divê bên xeberdan û ji millet tiştek neyê veşartin. Dewlet ji berkirinên xwe yên li herêmê divê derkeve pêş civatê. Mihasebeke saxlem neyê kirin, bila bê zanîn ku ew ê helal kirin pêk neyê. Bila em zanibin ku bi cankirin û avakirinên ji nûve, bi saya mihasebeke saxlem e. helbet ne bes e ku tenê dewlet mihasebe bike. Divê her yek ji me, wek ferd, wek malbat, wek civakî, wek cemiyet û cemaetê vê mihasebeyêbikin.”

“ÇareseriyaPirsgirêkaKurd ne lipaytextênemperyalîstan e”

Tûrgay Aldemîr da zanîn ku sîleh û şîddet dilê gerîna aşîtiyê de ne rêbaz in. Aldemîr wiha dawi li axaftina xwe anî: “Bila em zanibin ku bi mentiqa sekulerê, li ser van erdan hebûn pêknayê, pêvajoya hebûna vê cografya yê fikrên ecnebî û biyanî ji bo demeke dirêj di xwe de nahebîne. Li welat 90 sal e ku polîtîkayane ji xwe dîtinê hatiye meşandin. Ev jî milletê me ne dikare bike wek xwe ne wek kesekê din. Çareseriya Pirsgirêka kurd, pirsgirêka ermenî, pirsgirêka alewî ne li paytextên emperyalîstan e, li Diyarbekir, Mêrdîn, Intab û Stenbolê ye. Li Moskovayê li çareseriya pirsgirêka Sûriyê digerin. Ji ber ku me pirsgirêkên xwe yên li Diyarbekirê çareser nekirine, îro li Iraqê, li Sûriyê bihezaran birayên me marûzî qetlîaman dibin. Mesele ne mesela kurd bi tenê ye, mesele pêvajoya ji nû ve hebûna alema Îslamê ye. Di vî warî de çek û şîddet nabin navgîn û wasîteya lêgerîna aşîtî û heqiyê.” (İLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe