A A A

'Dewlet di mijara muxatabên dîndar de qani nebûye'

: 2015-03-07 18:12

DIYARBEKIR - Piştî xeberdana destpêkê, beşa panela, “Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê” , di moderatoriya Yûnûs Memîşê seroka Memûr Sen a Diyarbekirê de hat lidarxistin.

'Dewlet di mijara muxatabên dîndar de qani nebûye'

Panel di bin sernavê “Ji Pêşerojê Heta Roja Me Pirsgirêka Kurd û Pêvajoya Çareseriyê” de hat rastkirin. Lêkolîner û perwerdekar Ebdûlqadir Tûran bi navê “Armanca Pêvajoya Çareseriyê, Aliyên Wê û Mijara Muxatabîyê” axaftina xwe pêş kir.

Nivîskar ‘Ebdûlqadir Tûran îfade kir ku di çareserkirina meseleya Kurd de zêdetirî 10 salan e teşebbus tên kirin, di 2009an de “Projeya Vebûna Demokratîk” ya hikûmeta AK Partîyê berbiçav bûye, ev gava ku hikûmetê avêtiye, ne pengaveke biçûk e.

“Bi deh hezaran însanan can dan”

Tûran anî ziman ku ji wê rojê û vir ve hemî projeyên dewletê yên têkildarî meseleyê bi helwesteke neyînî bûne û ji dêleva zêdetirkirina mafan bi tewra kêmtirkirinê pêk hatine.

Tûran weha got: “Lê îcar di pratîkê de her çiqas endîşeyên ewlehiyê derkevin pêş jî, di teorî de li ser maf û heqan tê sekinandin û bi zimaneke eşkere neyta berfirehkirina seha mafan diyar dibe. Zêdetirî 30 salî ye nîvenga şîddet û tundîyê heye. Di pêvajoya şîddetê ya qewimî de bi deh hezaran kes mirine, bi milyonan kesan jî mecbûrî koçberiyê bûne. Bi projeya çareseriyê, îhtîmala qedandina vê pêvajoya pevçûnê ya bûye sedama felaketê bi xwe girîng e, divê bi ciddîyet bê hildan.”

“Bi hêlên Îslamî re hevdîtin pêk nehatin.”

Ebdûlqadîr Tûran da zanîn pêvajoya destpêkirî babetî teqdîrê ye, lê bi awayê tê xwestin nemeşiyaye, sedemên vê yekê weha rêz kirin. “Li hêleke pêvajoya çareseriyê hikûmet heye, li hêla din jî ya heye û yên divên hebin hene. Heta îro di pêvajoyê de hikûmetê PKK wek muxatab kiriye. Gava ku hikûmetê ji ğeyrî PKKê çavê xwe gerandiye, wezîrê mijarê yê dewrê Beşîr Atalay ketiye teşebbusên komîk, qîma xwe bi hevdîtinên ku bi temsîlkarên wek Odeya Mermervanan yên nîv saziya qamûyê re hatine kirin aniye, di warê mijarê de xeberdana bi hêlên Îslamî yên herêmê re nexistiye programa xwe.”

 

“Dewlet di mijara muxatabên dîndar de qani’ nebûye”

Tûran beyan kir ku bêgûman serokcimhûr Receb Tayyîb Erdoğan, Abdullah Gul, Bulent Arinç û Ahmet Davutoğlu dildayê çareseriyê ne û weha dewam kir: “Digel vê rastiyê, yên ji dewletê hatin di hikûmetê de jî cî girtin û qismek ji wan hê jî li ser wezîfeyê ne. Dewlet li tevahiya Tirkiyê di mijara ku dîndaran muxatab bibîne de belkî îro jî qani’ nebûye. Di vê mijarê de rik û înadeke esasî heye. Ji xwe siyasetmedarên ji eslên Îslamî bi salan encax bi wesfên 'neteweperwer' û paşê jî 'demokratên mihafezakar' bûne muxatabên dewletê. Dewletê ew ne bi nasnameyên wan ên xwerû, lê bi nasnameyên wan ên duyemîn qebûl kirine.”  

“Kêfa wan tê ku bi çepgîran re hevdîtinan pêk tînin“

Tûran got ku siyasetmedarên ku ji nav dewletê gihane, di meseleke siyasî de di mijara ku hêlên Îslamî bikin mixatab de astengên psîkolojîk ên ciddî hene û dewam kir: “Evan kes ji ber ku nasnameya çepgîr di dewletê de ji berê de meqbûl e, bi hevdîtinên bi kesên çepgîr re kêfxweş dibin, ji hevdîtinên bi hêlên Îslamî re aciz dibin û belkî hê jî xwe wek memûrê dewletê yê adetî zenn dikin û bi endîşeya ku gelo wê li sicîla wan bê qeydkirin an na tevdigerin. Di nirxandinan de ne li gorî çavdêrî û ûjdanê xwe, lê li gorî belgeyên kevn ên dewletê dinêrin. Meriv dikare bêje ku helwesta wan di pêvajoyê de heta niha tesîr kiriye. Lê pirsgirêk ‘esil bi derveyê re eleqedar e. Ji dêleva ku meriv vêya ji hikûmetê cûda bifikire, rastir e ku meriv vêya neyekser bi hikûmetê ve têkildar bibîne.”

“Li ser hêlên Îslamî operasyona tunekirinê hat rastkirin”

‘Ebdulqadîr Tûran li ser helwesta hêzên navneteweyî ya ji bo pêvajoya çareseriyê jî weha îfade kir: “Di 1998an de ji şêwirmendên Qesra Spî ya Amerîkayê Henrî J. Barkey ve Graham E. Fuller bi navê 'Pirsgirêka Kurd a Tirkiyê' raporek amadek kir. Di vê raporê de tê xwestin ku weka li deverên din ên alema Îslamê li Tirkiyê jî rêxistinên çepgîr ên wek PKKê bikin temsîlkarên xelkê. Pir demeke kin piştî vê raporê Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyê hat kirin û HADEPa partiya siyasî ya PKKê di hilbijartinên herêmî de li herêmê gelek belediye bidest xistin. Her wiha di vê dewrê de bêyî ferqa çekdar û bêçek li ser hêlên Îslamî operasyona tunekirinê hat rastkirin.”

“Ji Hîzbûllah re gotin Hamasê Kurd û ji yahûdiyan re kirin hedef”

Lêkolîner Tûran di dewama xeberdana xwe de weha got: “Emre Uslu li Zanîngeha Utahê ya Amerîkayê bi navê “Li Tirkiyê Veguherîna Nasnameya Siyasî ya Kurd” tezek amade kir. Di qismeke tezê de cî daye Hîzbûllah. Îfade dike ku cir û exlaqê Kurdan ji Îslambûnê re musaît e. Bal tê kişandin ser vê yekê ku dibe Hîzbûllah seha PKKê bi dest bixe û tez bi vê cumleyê diqede 'Neteweperweriya Kurd dibe marûzî pêvajoyeke weka ku neteweperweriya Filistîna sekuler û laîk ciyê xwe terkî Hamasbûnê kiriye bibe.' Gotina Hamasê Kurd ji bona bala cihûyan bikşînin ser herêmê. Dewlet ji ber pêwistiya pêvajoya tarîxê, gava Kurdewarî û Îslam bên cem hev, weka ku herêm yekser ji destê wê derdikeve yan jî hereketa Îslamvanî li ser temamê Tirkiyê tesîr bike dibîne, vê yekê jî ne ji bo herêmê tenê ji bo hemî Tirkiyê talûke û xetere dibîne. Her wiha bi gotina Hamasê, dihat wê me’neyê ku hêzên ecnebî di lehê PKKê de bi qasî dewletê nerihet bikin ji bo herêmê bibin mudaxîl. Dewletê jî ev tu car nedixwest.”

Ebdulqadîr Tûran îfade kir ku ji ber sedemên cûrbecûr dibe hikûmet naxwaze hêlên Îslamîtevlî pêvajoyê bike û di dawiyê de jî weha da zanîn: “Ev siyaset wek teşebbuseke hêzên navneteweyîya derengmayî ku dixwazin li alema Îslamê çepgîra neteweyî bikin îktîdar, PKKya çepgîra neteweyî jî bikin tek temsîlkarê Kurdan, bi gotineke rastir rêxistina ku wê Kurdan di bin kontrola hêzên navneteweyî de bihêlin dibînin.  Ev siyaset li zihnî û pratîka rêxistina tek partiya PKKê hevûdû digre.

Ev herdu insûr gav bên cem hev, di pêvajoyê de siyaseta muxatabiyê, çareseriya pirsgirêka Kurd di navbera hêzên navneteweyî û PKKê de dike seha danûstendinê. Ev jî digel ku ne ji bo menfîeta xelkê Kurd e, ne ji bo menfîeta hikûmetê ye jî. Sedemeke sereke ya xetimîna çareseriyê ev siyaseta muxatabiyê ye. Tiştê ku wê pêşiya pêvajoyê veke, daxwazên xelkê nîşan bide, siyaseteke muxatabiyê ya nû ye.” (İLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe