A A A

Yên gotin “Tirkiye ya Tirkan e” ev omet parçe kirin

: 2015-03-07 18:03

DIYARBEKIR - Piştî xeberdana destpêkê, beşa panela “Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê” di moderatiya Yûnûs Memîşê serokê Memûr Sen a Amedê hat lidarxistin.

Yên gotin “Tirkiye ya Tirkan e” ev omet parçe kirin

Panel di bin sernavê “Ji Pêşerojê Heta Roja Me Pirsgirêka Kurd û Pêvajoya Çareseriyê” de hat rastkirin. Profesor Doktor  Ahmet Agirakça bi navê “Di Pêvajoya Tarîxê de Pirsgirêka Kurd” axaftina xwe pêş kir. Agirakça anî ziman ku Kurd pêgirtiyê Îslamê ne û jê re rêzdar û hurmetkar in. Di tarîxê de ji bona nirx û hêjayên îslamê bighêjin roja me, ji nav Kurdan gelek alim gihane û van aliman dîrok guherandine.

“Kurd piştî ku ketin dînê Îslamê, bûn parçeyeke mezintirîn ên ometê”

Agirakça cext li ser vê yekê kir ku Kurdan xwe ji derveyê Îslamê tu carî nedîtine, pey ku misilman bûne, bûne parçeyeke herî mezin ên ummetê û tu carî bi civata Îslamê re tu pirsgirêk ne qewimîye. Kurd di seferên xaçparêzan de xîreteke mezin nîşan dane.

Agirakça weha pê de çû: “Kurd di bin qomandariya Selaheddîn Eyyûbî de bi armanca rizgarkirina Qudsê tevlî artêşa Îslamê bûne û li ser van erdan bûne parçeke xizmetkar ya ometê û xwe ji vêya tu carî nedaye paş. Ne li ber xaçparêzan tenê, li ber  Moxolan jî Kurdan di micadeleyê de tiştê ketiye ser milên wan bi cî anîne. Em dikarin heman tiştî di herba Çanakkale û Herba Rizgariyê de jî bibînin.”

 

Yên gotin: “Tirkiye ya Tirkan e” û “Xweşbextan e kesê bibêje Tirk im” ev ometê parçe kir"

Agirakça weha dewam kir: “Li Tirkiyê biçûk û mezin 25 qewmên etnîkî hene. Di nav wan de Kurd, bi qasî ku wê kêm û hindik neyê dîtin, xwedî pozîsyonekê ne.”

Agirakça da zanîn ku li ser van erdan piştî micadela û têkoşina li ber emperyalîstan, di dewleta nû ya hatiye avakirin de rejîma Kemalîst bi gotinên “Tirkiye ya Tirkan e” an jî “Me neteweyek çê kir”, omet parçe kiriye.

Ahmet Agirakça weha got: “Kurdên li herêmê û Ereb tu carî li ser erda xwe, weka ku Tirkan kiriye nebûne terefdarê ji hev cûdabûnê, heta di navbera xwe de gava herêma xwe bi nav kirine, ji navê dewletekê zêdetir sînor qest kirine û peyva 'Binxetê, Serxetê' bi kar anîne. Yên gotin 'Me ji milletekê neteweyek derxist', 'Tirkiye ya Tirkan e” “Xweşbextan e yê bibêje Tirk im' omet parçe kir. Lê belê bila ev baş bê zanîn ku li ser van erdan nikarin vî milletê ku ewqas ketiye nava hev ji hevûdû biqetînin.”

 

“Wê ev Komxebat di tarîxê bê yadkirin û tarîxekê binivîsîne”

Agirakça îfade kir ku edres û navnîşana bi tenê ya çareserkirina van pirsgirêkên ku di civatê de ji ber van neheqiyan qewimîne, Îslam e û ji bo helkirina meseleyê, divê Kurd û Tirk û Erebên ku li ser van erdan dijîn di kûra Îslamê de bihelin.

Agirakça di dawiyê de weha xeber da. “Ji bo çareseriyê em weha dibêjin: Eger em heqên însanan ên însanî bidin, heqê zimanê dayikê bidin, eger em heqên wan ên hatine xesbkirin bidin, em ê bibînin ku gelek pirsgirêk hatine çareserkirin û înşaallah ew ê ev jî pêk bê. Digel vê lazim e ku nesla Tirk û Kurdan ya ku bi baweriya Tewhîdê ye ava bibe. Hemdê Xweda nesleke weha jî radibe. Ew ê encax bi Îslamê pêk bê ku Kurd û Tirk û Ereb û Çerkez di eynî kûrê de bihelin. Înşallah ew ê ev komxebat bibe wesîle û sedema vêya, di tarîxê de bê yadkirin û tarîxekê binivîsîne.” (İLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe