A A A

Komxebata Çareseriya Îslamî bi dawî bû

: 2015-03-08 22:23

DIYARBEKIR - “Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê” ku ji aliyên 3 hezar û 500 saziyên sivîl ve li Amedê hate lidarxistin, bi dawî bû.

Komxebata Çareseriya Îslamî bi dawî bû

“Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê” piştî du rojan bi dayina panella bi dawî bû. Di dawiya komxebatê de danezandina encamnameya komxebatê  bi Kurdî û bi Tirkî hat dîyarkırin.

Li Amedê di 7-8ê Adarê de, li ser navê 3 hezar û 500 saziyên civakî yên îslamî bi beşdarbuna 600 delegeyên ji cûrbecûr saziyên civakî yên sivîl, cemaet û camîa’, ‘alimên medreseyan û pêşîvanên yên me’newî, “Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê” hat lidarxistin.

Danezandina encamnameya komxebatê bi Kûrdi Mahmut Kilinç, bi Tirkî ji Yunus Memîş xwend.

Di Danezandina Encamnameya Komxebatê de li ser pêvajoya pirsgirêka kurd, çareserî, muxatap û yekbûna kurdan û misilmanan û maxduryeta kurdan, hat rawestin

“Komxebat ji bo çareseriyeke adîl û aştiyeke domdar bê niqaşkirin hat lidarxistin”

Mahmut Kilinç, Danezandina Encamnameya Komxebatê li ser armanca komxebatê rawest û e got: “Bi armanca çewtiyên ku di pêvajoya çareseriyê de hatine kirin û sedemên xetmînên qewimîne bên xeberdan, tewsiye bên kirin da ku pêvajo li ser zemîneke saxlem rûnê, şaşîtî bên rastkirin, xetimîn bên vekirin; rêya gihaştina çareseriyeke adîl û aştiyeke daimî bê niqaşkirin, delege hatin  cem hev û li ser weşandina vê encamnameyê li hev kir.”

“Pirsgirêka Kurd ne bergeheke tenê bi ewlehiyê re eleqedar e”

Kilinç xwendina danezandina encamnameyê de ev tişt got: “Pirsgirêka Kurd ne bergeheke tenê bi ewlehiyê re eleqedar e; meseleke ku hêlên wê yên dîrokî, siyasî, civakî, aborî, herêmî û navneteweyî hene. Ji ber ku hedef rast nehatine tesbîtkirin û rêbazên rast nehatine bikaranîn, çareserî dereng dikeve û ji lew pirsgirêk kûrtir dibe. Gihaye nûqteya ku ber bi kangrenê ve diçe, ji lew divê mesele beriya her tiştî û acîlen bê çareserkirin.

“Kurd beriya Tirk û Farisan bi Îslamê şerefyar bûne”

Kilinç li ser misilmantiya kurdan rawest û wiha ragihand; “Kurd hema piştî ‘Ereban, beriya Tirk û Farisan bi Îslamê şerefyar bûne û bûne hêman û insûreke ‘eslî ya ometa Îslamê. Kurdistana ku bi piranî û komî kurd lê dijîn, di navenda erdnîgariya ometê de ye. Pirsgirêka Kurd bêçareser bimîne, ew ê bandoreke neyînî li hemû cografyayê û ometê bike, lê belê çareseriyeke ‘adîl ew ê ometa Îslamê û cografyayê dilrihet bike. Tirk û ‘Ereb û Farisên ku qewmên cîranên cografyaya Kurdistanê ne, taybetmendiya wan a herî girîng a bi Kurdan re hevpar, misilmantî ye. Cûdabûna ziman û rengên me, ji ayetên Xweda ne. (Rûm-22) Em wek xelk û qebîleyên ji hev cûda hatine xuliqandin û afirandin da ku em hevûdû nas bikin. (Hûcûrat-13)”

“Pirsgirêka Kurd ji Tanzîmatê dest pê kir û bi rejima Komarê mezintir bû”

Kilinç di encamnameyê de zanîn ku, “Fermana Tanzîmatê ya 1839an nerihetiyên merkezî bi xwe re anîne. Laîktî û netewekariya ku kurtasiya felsefeya sazbûna Cimhûriyetê ye, pirsgirêk mezintir kiriye, di encama tebîî ya pratîka dewleta netewe de polîtîkayên Tirkkirin (asîmîlasyon bişavtin), înkarkirina nasnameyên cûda, îmhakirin û bidûrxistin, zulum gihandine wî heddê ku nayê tehemmulkirin. Bêyî meriv têkeve şaşiya ku fatûra li xelkê Tirkê mislimanê ku ew bi xwe jî mexdûrê îdeolojiya resmî ye bê birrîn, divê polîtîkayên dewletêyên tekparêz, netewekarî û laîktî bên mehkûmkirin.

“Ger Kurd û Tirk ji Îslamê bên dûrxistin, ev rewş bibe felaket û bobelata Kurd û Tirkan”

Kilinç xwednina encamnameyê wiha domand, “Tarîx nebûye şahidê hebûna xelkên misilman ên bi hevûdû re şer kirine. Di heyama 30 salên  dawîn  a lihevxistinê de, sedema herî mezin a ku planên berhevdana xelkê Kurd û Tirk hev negirtiye, mislimanbûna herdu xelka ye. Ger Kurd û Tirk ji Îslamê bên dûrxistin, ew ê şerê di navbera hêzên çekdar ên rêxistin û dewletê de, rîska ku şer di navbera herdu xelkan de jî biqewime derîne û wê ev rewş bibe felaketa Kurd û Tirkan.”

“Pirsgirêka Kurd, mesela Tirkiyê ya herî girîng û acîl e”

Kilinç wiha pê de çû: “Pirsgirêka Kurd, mesela Tirkiyê ya herî girîng û acîl e. Ji bona ev mesele adilane û dadwarî bê çareserkirin, divê pirsgirêk di zemîneke rast de bê niqaşkirin, pêvajoya çareseriyê zelaltir bê meşandin, dev ji wê yeka ku sîleh û şîddetê wek metoda bidûketina mafan û wasîteya pêkanîna hakimiyeta sehayê dibîne bê berdan.

“Çareserkirina meseleyê divê li ser dînamîkên navxweyî pêk bê”

Kilinç li ser çareserkirina kurd rawest û wiha dirêj kir: “Bergeha navneteweyî ya pirsgirêkê, mûwezeneya siyasî û jeopolîtîk, çareserkirina pirsgirêkê dijwartir dike. Lê belê ev faktor û pêker ne xwedî bandoreke diyarker in. Hêzên navneteweyî nexasim nûnerên emperyalîzmê dawetî maseyê bên kirin, ew ê meseleyê girîftir bike. Çareserkirina meseleyê divê li ser dînamîkên navxweyî pêk bê.

“Di çareserkirina meseleyê de muxatab dîtina hêlekê tene çareseriyê dixetimîne”

Kilinç bal kişand ji bo pêvajoya çareserkirinê  li ser mûxatabeke û wiha bêlêv kir: “Digel rast tesbîtkirina hedefê, pêwîst e ku rê û rêbaza tê şopandin jî rast bin. Ji  ber vê yekê divê meriv qaîdeya ku ‘usûl dikeve pêşiya esasan’ ji bîr neke. Yan na gihaştina armancê ne mimkun e. Di çareserkirina vê meseleyê de muxatab dîtina hêlekê tenê, çareseriyê dijwartir dike û dibe sedema xetimîmên ciddî.

Çareserkirina Pirsgirêka Kurd, bi derketina derveyê paradîgmaya dewleta netewe û nêrîna neteweperwer û lîberalê mimkun e. Divê di nêrîna Îslamî û tecrûbeya tarîxî de li çareserkirina pirsgirêkê ya li ser bingeha ‘edaletê bê gerîn. Mixabin heta niha ji bergeha vê nêrînê dûr sekinîne, ji tecrûbeyên tarîxî jî nehatiye îstîfadekirin.

“Hemî nasname û kultur, dixwazin bi reng û nexşên xwe qedereke muşterek hevpar bikin”  

Kilinç xwendina encamnameya komxebatê wiha dom kir:  “Li Tirkiyê hemî nasname û kultur, dixwazin bi reng û nexşên xwe di heman tûwalê de bigihêjin hev; di heman ebrûyê de hebin, bi amûr û enstrumanên xwe heman newayê bibêjin. Di heman demê de dil dikin ku di heman çarçoveyê de li heman asoyê bi hev re binêrin, xewna pêşerojeke xweş a ku wê qedereke muşterek hevpar bikin  dibînin.”

Kilinç di xwendina encamey de wiha agahî da: “Em 600 delege û digel nêzî 4 hezar pevgihanên xwe di dawiya komxebata ku me ji ber mesûliyet û şahidiya xwe ya Îslamî pêk anî de, tesbîtên xwe yên di warê ‘Ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd, pêkanîna aştiyeke daimî û awayê saxlemtir meşandina pêvajoya çareseriyê, gavên divê bên avêtin” de derketine holê, bi raya giştî re parve dikin

Kilinç xalên danezandina encamnameya komxebatê  jî wiha rêz kir:

1- Gelê Kürdên müslüman herî mexdurê şer û pevçûnên li ser tê kirin. ji vê yekê hemî însanên  li Kurdistanê dijîn, li herêmê çareserî û hizûrê dixwazin.

2-Bêyî dîqetkirina daxwazên maf û hessasiyetên xelkê kurdê musluman, çareserkirina pirsgirêkên ku bi sed salan çê bûne ne mimkun e. Paydeya hevpar a xelkê Kurd Îslam e. Ji ber vê yekê xelkê Kurd tu çareya ğeyrî Îslamî qebûl nake.

3-Di çarçoveya çareserkirinê ya Pirsgirêka Kurd a ku di encama zordestiyên îdeolojîya resmî ya Kemalîst de derketiye holê û heta îro bûye sebebê mirina bi hezaran însanan û kişandina êşên giran de, eşkere bûye ku divê sîleh û şîddet nebin enstrumanê çareseriyê.

4-  Divê çareseriya bi rêyên siyasî ya pirsgirêka Kurd bê parastin û pêvajoya çareseriyê ya ku bi vî awayî hatiye destpêkirin bê destekkirin.

5- Divê pêvajoya çareseriyê; terkkirina polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên  îdeolojiya resmî ya netewekar, berfirehkirina maf û azadîyên sereke, bi awayê hemwelatîbûna wekhev bidawîkirina cûdahîxwaziyê, bidawîkirina pevçûnên ku ev serê 30 salî ye welat bi gelek derd û kulên pirhêlî re rû bi rû hiştiye û wesayeta leşkerî xurt dike, bêçekkirina rêxistinên çekdar,pêkanîna tevlîbûna siyaseta sivîl û di analîza dawîn de jî sekinandina xwîna diherike vehewîne.

6-Divê zemîna civakî, siyasî, aborî û psîkolojîk a pêvajoya çareseriyê  bê çêkirin.

7-  Pirsgirêka Kurd heta îro ji bo kesên ku dixwazin statuko berdewam be û sîstema wesayetê li ser piya bihêlin, tim bûye wasîteyeke bikêrhatî. Ji vê alî ve hem kesên terefdarê wesayeta mîlîtarîst hem jî hemî hêlên ku xwe bi pirsgirêka Kurd xwedî dikin, xwestine pirsgirêk berdewam be û xebitîne ku hewlên çareserkirina pirsgirêkê bêencam bikin.

8-  Pêvajo digel hemî êrîşên provokatîf jî, bi saya piştgiriya civakî didome. Ji bona pêvajoya çareseriyê ya ku pir caran hatiye sabotekirin, şeffaftir û di zemîneke saxlemtir bimeşe, divê bingeha heyeteke ku ji kesên xwedî pêbaweriya civakî û ji temsîlkarên partiyên siyasî pêk tê bê avakirin û tevlî pêvajoyê bibe. Wê ev heyet weka çavê sêyemîn di navbera dewlet û rêxistinên çekdar de hakemtiyê bike, yên dixwazin pêvajoyê qetûbir bikin û soza xwe naynin cî deşîfre bike û wê erênî midaxela pêvajoyê bike.

9-  Divê Mesela Kurd û Pirsgirêka PKKyê ji hev bên veqetandin. Divê herdu pirsgirêkên ku ev 30 sal e ji ber tevger û sepandinên dewletê yên ewlekar û netewekar ketine nava hev, ji hev bên cûdakirin û zemîneke siyasî ya ku pirsgirêk li serê çareser bibe bê bipêşxistin.

10- Rayedarên dewletê divê Pirsgirêka Kurd danexin asta bi sîlehan  yan jî agirbestiyê. Kurd mijara ‘eslî ya pêvajoyê ne. Mafên wan ên sereke yên Îslamî û însanî ku ji aliyê sîstema Kemalîst ve hatine xesbkirin, divê qet nebin mijara tu bazarkirinê û di her halûkarî de bêyî derengxistinê bên dayîn.

11- Divê ji ber zulmên heta niha hatine kirin, di serî de yên li ‘alimên kurd wek Şêx Seîd ku xelkê Kurd wan bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tîne, li ser navê dewletê uzr û lêborîn bê xwestin û îtîbara wan bê îadekirin. Her wiha ciyên mezergehên Şêx Seîd, Ustad Bedîuzzeman û Seyyîd Riza bên diyarkirin.

12- Divê Kurdî wek zimanê resmî yê duyem bê qebûlkirin, hemî astengên li ber perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin.

13- Çewtiyeke mezin (kêmasiyeke girîng) e ku hikûmet di pêvajoya çareseriyê de hêlekê tenê dike muxatab, kes û grûb û saziyên ku li herêmê bergindên wan ên sosyolojîk û siyasî hene dîqat nagre. Ji bona pêvajoya çareseriyê şimûlî hemî civakê bibe, di serî de aliyên Îslamî hemî hêlên civakê divê tevlî pêvajoyê bên kirin û li hessasiyetên wan dîqet bê girtin.

14- Ji bona çareseriya pirsgirêkê di serî de HUDA PAR,divê hemî nûner û temsîlkarên aliyên Îslamî tevlî pêvajoyê bibin. Ji bilî aliyên Îslamî, fikr û îdeolojiya wan çi dibe bila bibe, divê bi hemî saziyên rexistînî yên Kurdan re jî hevdîtin pêk bên û  rê li ber keda wan a ji bo çareseriyê bê vekirin.

15- Perspektîfa siyasî ya ku hikûmetê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd bi pêş xistiye, ji aliyê pêşketina siyaseta sivîl ve qonaxeke musbet e, lê belê îro ji aliyê rewşa ku hizûr û ewlehiya xelkê xistiye bin talûkeyê ve , divê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin.

16- Heta îro di heqê bûyerên êrîş û agirpêxistinê ku hema hema serê 10 salan e bênavber li ser komel û partî û kargehan hatine kirin de, lêpirsînên ciddî nehatine kirin, di heqê gelekan de ji ber ku doz nehatiye vekirin, ji aliyê ewlehiya qamûyê ve tabloke zeîfiyê der anîye.Hîssiyata pêbaweriyê ya civakê zirar dîtiye.

17- Nexasim di bûyerên 6-8ê Cotmehê de li ber mîlîtanên ku bi hinceta Kobaniyê daketin kuçeyan û êrîşên wan gihane zîrweya vandalîzmê û paşê di hedîseyên ku li Cizîrê qewimîn de hêzên  asayîşê, çavên  xwe ji êrîşên li ser sivîlan re girtin, midaxele nekirin û rê li ber zayîata can û mal negirtin, bûn sedema ku pêvajoya çareseriyê hat vepirsîn. Ev êrîş û yên bi vî rengî li herêmê, ne li aliyên Îslamî tenê, yekcar li Îslam û muslumanan tê nirxandin. Êrîşên li nirxên Îslamî tu car nayên qebûlkirin.

1- PKK Û pevgihanên wê bi pêvajoya çareseriyê, stratejiya ku li herêmê bibin hêza serdest a bi tenê bi pêş xistin. Bûyerên 6-8ê Cotmehê yên di bin vê stratejiyê de pêk hatin, zordestî û te’deyên din ên qewimandin, zemîna ku li Kurdistanê  bi yên ne wek xwe difikire re û ji yên ğeyrî xwe re pevre bijî ji holê radike. Pêvajoya Çareseriyê ya ku digel pirê hêlên civakê û camîa’ Îslamî jî piştgiriyê didê, piştî bûyerên 6-8ê Cotmehê, marûzî kêmbûna pêbaweriyeke ciddî bûye.

19- Stratejiya zordestî û te’deyaku li herêmê tê meşandin, digel ku tu menfîet nedaye xelkê Kurd, mixabin bi zeman re dibe sedema ku hêlên cûda ji bo parastin û hebûna xwe, mecbûrî pevçûnan bibin. Divê PKK û pevgihanên wê dev ji siyaseta şîddet û zordestî û qutifandinê ya ku herêmê ber bi kaosê ve dibe berdin; qebûl bikin ku mecbûr in bi rêxistinên ne wek wan difikirin re pev re bijîn.

20- Qanûna bingehîn a darbeyê ya ku fêkiya zihniyeta Kemalîst e û çavkaniya qewimîna Pirsgirêka Kurd e, divê bê guhertin, ji cext û îfadeyên etnîkî bên parzûnandin û li ser esasê welatîbûna wekhev qanûneke esasî ya nû bê amadekirin. Divê dev ji wesfandina ku her kesê bi bendê hemwelatiyê bi dewleta Cimhûriyeta Tirkiyê ve girêdayî ye Tirk e bê berdan. Di serî de qanûna bingehîn, di qanûnan de cextên etnîkî bên derxistin. Gotinên irqçî, neji xwe hesibandinê û înkarî yên hakimê zimanê dewletê, divê ji hemî mewzûat û lîteratur û sîstema perwerdehiyê bên avêtin.

21- Divê sînorên sûnî yên xelkê Kurd, eşîran û heta malbatan ji hev vediqetîne bibin sembolîk, ji bona pêşketina têkiliyên însanî, aborî, çandî û civakî  û pêkanîna hiqûqê merivantiyê hemî rêkûpêkkirinên hewce bên kirin.

22- Berpirsiyariya hemî hêlan e ku xwe ji her cûreyê tewr û helwestên wê nîvenga pevçûnê kûrtir bike biparêzin. Jixwe dijwarbûna nîvenga pevçûnê û li herêmê qewimîna nîvenga kaosê, wê bibe sedema şewata ku li herêmê hemî kesî bişewitîne. Ji ber vê yekê ji bona li herêmê di navbera Kurdan de pevçûnek neqewime, divê herkes mesûliyeta ku dikeve ser milên wî bîne cî.

23-Divê ji bona di pêş de dijminantî û mexdûriyetên muhtemel neqewimin, tedbîr û bergiriyên hewce bên hildan, sîstema parêzvanî bê rakirin.

24- Aqûbeta bi hezaran welatiyên wenda divê bê daxuyandin û lêpirsînên ciddî bên kirin daku failên meçhûl û înfazên navxweyî yên rêxistinê bên ronîkirin,gundên hatine şewitandin û valakirin û berpirsiyarên ku koçberiya mecbûrî dane kirin bên tesbîtkirin.

25- Ji bo edilandina bingeha exlaqê ku di civakê de ber bi xerabûnê ve diçe û ji nû ve avakirina biratiyê, weka berê medreseyên ku wê roleke sereke hildin ser xwe bên bicankirin. Rê li ber perwerdeya dînî bê vekirin, heyama ku di perwerdeya medreseyê de dibihure, ji dema perwerdeya mecbûrî bê hesibandin û ji îcazetên tên dayîn re belgeyên hevtayî bên dayîn.

26- Divê qanûna partiyên siyasî, ji helwestên dewra wesayeta leşkerî bên parzûnandin, digel bergiriyên îstîkrarê diparêzin, bi awayê ku wê temsîliya civakî bi herî belavbûyî tesîs bike bê guhertin, bendava hilbijartinê bê rakirin.

27- Bi armanca kesên ji ber sedemên siyasî di hepsan de vegerin heyata civakî û yên mecbûrî derketine derveyî welêt vegerin welatên xwe, divê rêkûpêkkirinên qanûnî yên hewce bên kirin.

28- Ji bona pêşveçûna Kurdistana ku bi polîtîkayên zanebûn, ji aliyê aborÎyê  ve li paş hatiye hiştin û ji bona başbûna aboriya wê, divê ji herêmê re cûdahîxaziyeke pozîtîf bê kirin, ger hewce be divê bi veberhênanên rasterast ên dewletê, derfet û îmkanên îstîhdamê bên zêdekirin.

“Bêguman aşîtî bixêrtir e.”(Nîsa-128)

Pişte xwendina danezandina encamnameya komxebatê, kitêba bi navê “ Yasin Ji bo kîjan suç hat qetilkirin”ji  beşdaran re hat diyarkirin. (İLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe