A A A

Komxebata Çareserîya Îslamî dest pê kir

: 2015-03-07 16:46

DIYARBEKIR - Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê lê Amedê dest pê kir. Di vekirina komxebatê de axaftvanan bal kişand ser aştî, aramî, edelet, biratî û hevkariyê.

Komxebata Çareserîya Îslamî dest pê kir

Nêzî 3 hezar û 500 sazîyên sivîl û 600 nûnerên van saziyan  beşdarî, “Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê” bûn.

Destpêka  Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi Qur’ana pîroz dest pê kir. Piştî xwendina pîroz lêkolîner û nivîskar Mahmût Kilinç  dest bi axaftina vekirina komxebatê kir. Kilinç di axaftina vekirina komxebatê de bal kişand aştî û got: ji şer û pevçûnan betir hewcedarî aştî û lihevhatine ne.

Lêkolîner û nivîskar Kilinç,  di serî de ayetten  "Hûn ew ümmet in ku ji bo mirovan a herî bixer in. Hûn qenciye emir dikin, xerabiye qedexe dikin û bawerîye bi Xwede tînin. Al-î Imran/110)

"Di qencî û teqwaye de bi hevre alîkar bin. Di guneh û dijminatiye de alîkarîya hev nekin." (Maîde/2)

"Ew îcabetî Rebbe xwe dikin, ew nimej dikin, ew kare di navbera xwe de bi Şewre dikin." Şûra/38) bi bîra beşdarvanan xist.

‘Divê mirov bûyerên paşerojê baş fêm bike’

Kilinç di axaftxina xwe de got: Ji bo ku dîrok xwe dubare neke, lazim e ku mirov bûyerên paşeroje baş fam bike û jiwan ibretan bigire.Di berdewamiya tarixa insaniyete de, nebî û warise wan di rebertiya wehiye de riya rast biber insaniyete xistine; en ku hewa nefsa xwe ji xwe re kirine reber her daim insaniyet ji re derxistine. Ev miroven avereker, wan kom û kesen ku wehî û resûlan ji xwe re kirine reber, j i bo serdestî û hebûna xwe herdem wek tehdideke ciddî hesibandine. Dîgel ew di nabena xwe de di tekoşîn û reqabete dene, li hemberî bawermendan bûne yek û bi xedarî erîşî wan kirine.

‘Xwîna ku te rijandin, xwîna me hemûyan e’

Kilinç bal kişan hevkariyê û  âştîyê  û ev tişt got: “Di ve dema ku em dibin şahiden sehneyen xwînî yen şer û pevçûnen parkirinen emperyalîst(metinger) ên li ser erdnîgara  Îslame; em ji hemû deman zedetir mihtace alîkarî û hevkariye ne. Herb, herba menfieta emperyalîstan... Le bele xwîna ku te rijandin, xwîna me hemûyan e; welat û axa ku te tarûmarkirin ax û welate me ye û hestî ye te kojandin ye me bixwe ye. Ji ber ve sedeme, em ometa îslame, ye ku li ve erdnîgarîya Anatolyaye dijîn; ji şer û pevçûnan betir hewcedarî aştî û lihevhatine ne. Em ji cudahîyen çandî, ramanî û netevveyî betir hewcedarî qencî û başiyen hevbeş in.”

‘Zimane çareseriye pêş bixin’

Kilinç wiha pê de çû: “Em wiha bawer in berpirsiyariya însanî û îslamî ev e ku; ne zimane şer û teşqele, zimane çareseriye peş bixin; ne hesaben ferdî û komî bikin, hişekî hevbeş bi kar bînin; hebûnen nû peyda bikin û dostaniyeke nû ava bikin. Em bawer in ev dem hatiye. Em wiha bawer in ku potansiyela başî, bedevî, rastî, dadgerî û azadiye di dîrok, kevneşopî, bawerî, çand û ramana vê coğorafya ya qedîm de heye û tene bi vî awayî dikare derkeve hole. Bawerîya me pê heye, raman û helwestên ku bi kûrahiya stratejik, çandî, dîrokî û coğorafya re lihev in, bes bi vî awayî dikare şax bide.

‘Armaca me zimanekê hevbeş e ’

Kilinç armancên xwe jî wiha destnîşan kir: “Armanca me ew e ku li ser zemineke hevbeş em li hev kom bibin û li ser pêşeroj û paşeroja ve axe û vî welatî sere xwe bieşînin û wek û jdane omet û insaniyete, bibin sewteke gur û helwesteke hevbeş derxin hole. Heger li ciyekî ku fedakariya ji bo din tune be mirov nikare qala dilpakî û fazilete bike, û heger em gişt ne azad bin tu kes ji me wê ne azad be; bi ve bavveriye ji hûrbûna li ser şexs û bûyeran betir bi hûrbûna li ser kirûyan em dixwazin meseleyen xwe bi hemû zelalî û kûrahiye bipeyivin. Lewra em pirsgirêken xwe tenê bi axaftin, nîqaşkirin û muzakerê kirinê dikarin çareser bikin.

Kilinç rewşa  cîranên Tirkîyeyê jî nirxand û wiha dest nişan kir: Welate me ye ku dorhela we bi xelekek agirî rapeçayî ye, û li kêleka gola xwîne ye, îro.Kadroyen Kemalist li ser axa Anatolya yê bi îdeala pêk anîna neteweyeke, bi endazyariyeke civakî ya xwînî, bernameyen sekuler û neteweperest li ser civake icra kirin û ev bû sedem ku travma derkevin holê. Keşeya Kurd jî yek ji van tezehuren bi êş e.”

Pirsgêrika Kurd ji mirata Osmanî tê

Kilinç diyar kir ku çavkanîya ve pirsgireka muhîm, ji mîrata împeratoriya Osmanî ya ku pir zimanî, pir çandî, pir neteweyî bû bi dare zore zîvirandin yek netewe, yek ziman û yek çande.Ev helwesta ku dijberî adalet, exlak û ujdan bû, bi İsrar sed sal hat domandin, ev İsrar û serhişkî jibo İnsan û welate me bu sedemên berdelen pir giran.

Di encame de xuyabû ku rastiyên ontolojîk (hebûnasî) bi hez û bi darê zorê ji holê nayên rakirin û gelên Anatolya yê çi kurd, çi tirk çi ereb û çi laz dibe. Di bingeha hevbeşiya Islamî de vîndariya jiyana bi hevre naşikê, li ser vÊ yekê bi awayekî neçartî pevajoya çareseriye dest pekir. Pevajoya çareseriya ku di Rêşemiya 2013'an de destpekir ji bo însan û vvelate me hevî û derfetek derket meydane.

Saziyen civakî medenî yen herema Kurdistane ku peşîvantîya ve komxebate dikin, ji bo hizûr û aştiyeke daim bingeha ‘Biratiya Îslamî’ wek xerce pewîst dibînin.”

‘ Bila pirsgireka Kurd ji bin siya çekan dûr be ‘

Kilinç axaftina xwe wihadom kir: “Em wek civaten îslamî dixwazin ku pirsgireka Kurd ji bin siya çek û sîlehan û ji menfîetên îdeolojîk (bîrdozî) dûr, di çarçoveya heq, edalet û azadiye de be çareserkirin; ji bo ku muxatabe 'esil e pirsgireka, gele Misilman e Kurd denge vvijdane xwe bi avayekî azad îfade bike, ji bo şewr û tifaqek bihevre tiştê ji destê me be. Emê bikin û emê hewildan û xebaten xwe bidomînin.”

‘Daxwaza me edalet û aştî, xîret û xebata me di reya Xwede de û di oxira biratiye de ye ’

Kilinç  axaftina xwe wiha bi dawî kîr: “Raman û nerînen wan her çi dibe bila bibe miroven xwedî vijdan ger bi nêteke jidil hevkariye bikin, pevajoya li pêş me wê bibe pevajoyeke muhasebe û avakirine.

Em wiha bawer in ku deng û rengên cuda yen herem û welate me, heger ku bên cem hev, wê edalet, azadî, exlaq û rûmete li coğrafya ku em le dijîn xurt bikin. Em hemû mirovên ku we heq û edaletê ava bikin dawetî alîkariye dikin. Niyeta me xer û qencî, daxwaza me edalet û aştî, xîret û xebata me di reya Xwede de û di oxira biratiye de ye. Ya Rebbê me, aqûbeta me ji niyeta me bi xertir bigerîne.” (İLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe