A A A

Komxebata Çareserkirina Îslamî

: 2015-03-06 10:32

MÊRDÎN - Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, wê 7 û 8ê Adarê li Amedê bê li dar xistin.Lêkolîner û nivîskar Mehmût Kilinç, îfade kir ku wê ev komxebata ne tenê ji bo mesela kurdan wê bibe hêvîya ji bo çarserkirina pirsgirêkên rojhilata navîn jî.

Komxebata Çareserkirina Îslamî

Nêzî 400 sazîyên sivîl beşdarî Komxebata ku “Komxebata Çareserîya Îslamî ya Ji Bo Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê’” dibin. Amadehîyên derbarê komxebatê didome.

Lêkolîner û nivîskar Mahmût Kilinçê ku ji pîyê komxebatê ê Mêrdîn perpirsyare, derbarê komxebatê de ji ajansa ÎLKEyê re daxuyanî da.

Kilinç, dîyar kir ku wê ev komxebata çareserkirina Îslamî ne tenê pirsgirêka kurdan, wê ji bo çareser kirina pirsgirekên rojhilata navîn re jî bibe hêvî.

Kilinç dîyar kir ku ev serê 2 mehaye xebatên xwe yên derbarê vê komxebata çareserkirina Îslamî de dewam dikin û da zanîn ku wê ev xebata gelekî bi fayde be.

Di dewama axaftina xwe de Kilinç weha pê de çû: “Derbarê mesela kurdan de, ji bo hê bêtir dengê xwe bilind bikin, ev komxebata ji vê mijarê re firset û derfete. Di çareserkirina pirsgirêka kurdan de, xelkê kurdê misilmanê ku bi salane li herêmê falîyetan dike jî hêleke grînge. Di mesela çek danînê PKK, di pirsgirêka kurdan jî hemî hêlên kurdan yên li herêmê muxatabin.”

Kilinç bibîrxist ku pirsgirêka kurd ev edemek direjê didome û wiha ifade kir: “ Em dikarê bejin ev pirsgirik bi rejim re hevsal e.Kemalizm ev 90 salê hem dînî kurdan hem ji zimanê kurdan mandel û înkar dike. Dema li birayê me yên rojavayê zulum dihat kirin di erdnîyariya kurdistan de misilmanên kurd hem ji bo dînên xwe hem jî ji bo zimanên xwe ji teref rejime bi salan hatin binpêkirin û mafên wan hat xesp kirin.

Kilinç di dawîya xeberdana xwe de jî dîyar kir ku divê hewceye û şerte ku di vê mijarê de cemaeta Hîzbûllah jî muxatab bên dîtin.(İLKHA)

Batıdaki Müslüman kardeşlerimizin dinine zulüm edilirken, Kürdistan coğrafyasında yaşayan Müslüman Kürtler hem dinlerinden hem dillerinden dolayı sistem tarafından yıllarca sömürüldüler, ezildiler hakları gasp edildi.” diye konuştu.(İLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe