Şikeftên Hîlarê zîyaretvanên xwe mest dike

: 2015-12-21 10:49

DIYARBEKIR - Şikeftên herî kevnar ên rûniştinên arkeolojiya şikeftên Hîlarê ku li navçeya Erxeniya Amedê ye ziyeretvanên xwe mest dikin.

Şikeftên Hîlarê zîyaretvanên xwe mest dike

Tê diyar kirin ku Şikeftên Hîlarê yê ku li navçeya Erxeniya Amedê ye jêderka şaristanê ye. Ev şikeft ziyaretvanên xwe mest dikin. Şikeft, ji koç kirinê heta rûniştinê , ji nêçîrvanî û berhev kirinê heta çêkirina zexîreyê ji dîrokê re govahdarî dike. Li ser van şikeftan 10 hezar sal derbas bûye lê dîsa jî zîyaretvanên wan şikeftan kêm nabin. Bi teybet, di dawiya heftê de gelek  ziyaretvan van şikeftan zîyaret dikin.

Ji zîyaretvanan Muhammed Kara destnîşan kir ku ev şikeft 10 hezar sal berê hatine avakirin. Dûvre Kaya wiha pêde çû: “Ez jî ji bo dîtina van şikeftan hatim. Li vir him ji bo gerîn û him jî ji bo zîyaretê derek pir xweş e. Ji ber ku derek wiha dîrokî di navçeya me de heye em pir kêfxweşin.”

Zîyaretvanek din Orhan Aslan jî wiha axivî: “Em di dawiya hefteyê de ji bo pîknîk û zîyaretê tên vir. Ev der ciyek tarîxî ye. Ev der zehf xweş e. Hindirê şikeftan gelek xweş e. Hinek caran turîst tên vir.”

Dîroka şikeftên Hîlarê

Erxenî rûniştinek ji rûniştinên Mezopotemyaya jor a jimardar e. Şikeftên Hîlarê yên  ku li gundê Hîlarê ye rêçên 10 hezar salan pê re heye. Beriya Zayînê di nabeyna 7250-6750an de însan liv ir bicî bûne. Ev der ji dewra Neolîtîkê maye û her wiha liv ê derê gelek berhemên Neolîtîkê hene. Hat ragihandin ku însan li vê derê dest bi çandinê kirine. Her wiha çanda rûniştinê jî li vir dest pê dike.”

Di Beriya Zayînê qerna 11emîn de piştî hikûmdariya Asûriyan Makedonî hakimê Erxenî bûne. Piştî mirina Skender ev herêm ketiye destê Seleukos, Part û Romayan. Tê zanîn ku Rom u Ereb ji bo bi dest xistina vê herêmê hertim bi hev re şer kirine. Ev der piştî cenga Melezgîrtê (1071), di sala 1240an de ketiye destê Selçûqiyên Anadolê. Piştî îstîla kirina Tîmûrê ya Anadolê ev der herî dawî di dewra Yavûz Sultan Selîm de (1515) ketiye bin hakimiyeta Osmaniyan.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe  nû tê bicîkirin

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe nû tê bicîkirin

2017-05-15 11:53:19

Turbeya Zeynel Beg piştî ku ji cihê xwe kevin ji ber bendavê hat neqilkirin re niha xebat tên kirin da ku li cihê xwe nû bê bicîkirin.

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg  dest pê kir

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg dest pê kir

2017-05-12 10:15:30

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg a 650 salî ya li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dest pê kir.

Cihê Turbeya  650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

Cihê Turbeya 650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

2017-05-11 16:30:53

Cihê Turbeya 650 salî yê Zeynel Beg a li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dê sibe bê guhartin.

HEMÛ NÛÇE

Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan

Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE