A A A

PKK Xaînê Kurdistanê ye

: 2014-05-28 19:05

MÊRDÎN - Bi pêvajoya çareseriyê dewlet esker û polîsên xwe disitirîne, PKKyê xaînê kurdistanê jî, bi zora çekan zulmê li xelkê kurd dike. Li Kerboranê Mehmet Ûgûrtayê ji gundê Gêra Cafer ku li herêmê bi dîndariya xwe dihat naskirin, ji aliyê du kesan ve hat şehîdkirin.

PKK Xaînê Kurdistanê ye

Bi pêvajoya çareseriyê dewlet û PKK, çav berdane menfîet û berjevendiya. Dewlet esker û polîsên xwe disitirîne, ji lew çi bi xelkê kurd bê jî ne ğema wê ye. PKK jî bi zora sîlehê zulm û te’deyê li xelkê kurd dike.

 

Pey rêbirîna,  girtina ser gundan, revandina zarokên lîseyê, teşebusa revandina kesên jê re mixalîf, PKK’ê niha jî destê xwe di xwîna xelkê kurd dakir. Li Kerborana Mêrdînê Mehmet Ûgûrtayê ji gundê Gêra Cafer ku li herêmê bi dîndarîya dihat naskirin, di dema bi serwîsa xwe li hêviya xwendekarên dibistanê bû de, ji teref du kesên xaînê kurd ve hate ketilkirin. Ûgûrtay muxtarê kevn ê gund bû, dema ku bi telefonê xeber dide, du kesên bi motosîklet êrîşî wî dikin. mamosteyên dibistanê û welatiyên li hawêrdor ew birîndar radikin nexweşxaneya dewletê. Digel midaxeleyan jî can dide.

 

Bi qasî 40 deqîqeyê pey bûyerÊ cenderme diçe devera bûyerÊ û lêkolînê dike.

 

Di salên 90î de jî, êrîşên PKK’ê yên li vî gundê hebûn, ji gund zêdetirî 10 misilman hatibûn qetilkirin. D hilbijartinên herêmî de li gund hejmareke mezin rayê ji HUDA PAR’ê re ji sindoqan derketibû. Ji lew PKK jê nerihet bûbû.

 

PKK’ê berî niha çend gundên din jî ji ber ku rayê dabûn HUDA PAR’ê tehdît kiribûn û êrîşî hinek deveran kiribûn. Merivên Mehmet Ûgûrtay îfade kir ku Mehmet, sirf ji ber misilmantiya xwe hatiye qetikirin.

 

Cenazeya Ûgûrtay, ji bo otopsiyê şandin nexweşxaneya dewletê ya Amedê. Dilda û dostên Mehmet Ûgûrtay li ber nexweşxaneyê civiyan, li zihniyeta PKK’yê xaînê kurd û kurdistanê le’net barandin. Serokê giştî û hinek alîkarên serok û endamên Ûgûrtay jî hatin nexweşxaneyê. Cenazeya Mehmet Ûgûrtay bi konvoyeke mezin birin gundê wî û bi tekbîr û sloganan defin kirin.(İLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe