A A A

“Ji ser çarşefê ji îslamê re şer vedikin”

: 2015-11-10 15:44

QEYSERÎ - Nivîskar û Îlahîyatnas Mehmet Goktaş ji heqerata ku li Fuara Kitêban a TUYAPê li çarşefê hatîye kirin re bertek nîşan da û di derbarê heqareta ku li çarşefê hatîye kirin de destnîşan kir çarşef remza îslamê ye û ji ser çarşefê ji îslamê re şer hatîye vekirin.

 “Ji ser çarşefê ji îslamê re  şer vedikin”

 “Armanc bi îslamê re şer kirine”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de ragihand dema ku behs ji çarşefê vedibe cara ewil îslam tê bîra mirov û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çarşef sîmgeya îslamê ye, unîformaya  pîreka misliman e. Ev mijar wek avê zelal e.  Jixwe kesên ku bi îslamê re dijmintîyê dikin jî vê rastîyê venaşerin.Di nava xelkê kurd ên dîndar de ji çarşefê re kirina heqaretê ji bona standina piştgirîya kufr, emperyalizm û marksîstan e. Û ev piştgirî bi şiklekî rihet tê standin. Her wiha di kirina van heqaretan de temamên hisaban hatine kirin.”

“Tesettûr ji bona dinyaya kufrê astenga herî bi hêz e”

Goktaş destnîşan kir dinyaya kufrê heta îro bi qasî tesettûrê rastî astengekî bi hêz nehatîye û axavtina xwe wiha domand: “Dev ji derveyî welêt berdin li welatê me ji ber ku pênç – şeş qîzikên biçûk ên nixumandî derketin sehneyê û îlahî gotin general derasayî civîyabûn û muxtira dabûn. Ji bo Xwedê ji min re bibêjin  ew kes ji bona ku li ber wan zarokên biçûk ketibûn vê muxtirayê dabûn an jî ji ber tirsa hilweşîna textên xwe muxtirayê dabûn? Feqet a niha ew kes heqdar in, lewra tiştê ku jê ditirsîyan hêdî hêdî tê serê wan. Ango em dixwazin ji vir vî tiştî bibêjin. Îro hûn wekî berxwedana çarşefê berxwedanekî mezin nikarin bibînin.Tesettûr, emperyalîstan gelekî ditirsîne. Hûn tiştekî ku bi qasî tesettûrê emperyalîstan bitirsîne nikarin nîşanî min bidin. Ew kesên derewker û bêterbîye vê rastîyê bi şiklekî eşkere îtîraf nakin.Ji ber vê yekê jî  di bin navê ji koletîyê xelaskirin û rizgarkirinê de xwe nîşan didin û vê rolê li ser xwe digrin.”

“Ji ber ku sermeyaya wan bêterbîyetî ye ji çarşefê ditirsin”

Goktaşê ku got ‘Em li wê gurûha ku bi tesettûrê şer dike re bang dikin’ û wiha pê de çû: “Werin îtîraf bikin ku hûn ji tesettûrê ditirsin.  Hûn ji ber ku tesettûr saltanata we tehdîd dike jê ditirsin. Hûn ji ber ku nikarin pîrekeke bi tesettûr wek metayê bikarbînin her roja ku diborî sermeyaya xwe winda dikin. Lewra sermeyaya we ya yegane bêexlaqî, bênîqahtî û bêhîcabî ye.”

“Berteka ku hatîye dayîn ne bes e”

Goktaş di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir bertekên ku ji teref cemaet û ferdan ve ji rewşê re hatine dayîn ne bes in û wiha dawî li axavtina xwe anî “ Dema ku li menfeat û cemaetan heqaret tên kirin jî em bertekan nîşan didin.  Lê belê dema ku em berteka ku ji heqareta ku ji tesettûrê hatîye dayîn û vê bertekê muqayese bikin wê demê tê dîtin ku berteka ku ji bona tesettûrê hatîye nişandan lawaz e.  Em ji îqtîdara niha re vê dibêjin: Ji bîr mekin ku hûn bi duayan hatin.Her çiqas qedexeya tesettûrê hatibe rakirin jî hê jî ne di bin temînata mekaqanûnê de ye. Dema ku îqtîdar were guhartin  dîsa wê tesettûr têkeve xeterê.(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: Miriyek 26 birîndar

Otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: Miriyek 26 birîndar

2017-07-27 14:25:10

Li Mereşê otobusa rêwiyan ji paş ve li TIRê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.

Hejmara parlementerên bajêran guherî

Hejmara parlementerên bajêran guherî

2017-07-27 11:31:54

Digel referandûma makeqanûnê hejmara parlementerên ku dê bikevin TBMM wek 600 hat diyarkirin. Ji ber vê yekê hejmara parlementerên bajêran guherî.

Di cenazê de selfî kişandin û weke ku mehzûn in hereket kirin!

Di cenazê de selfî kişandin û weke ku mehzûn in hereket kirin!

2017-07-27 10:47:18

Hinek kesên ku beşdarî merasîma cenazeya Harun Kolçakê ku berî vê çend rojan ji ber êşa qenserê mir bûn ji ber ku di merasîna cenazê de selfî kişandin û weke ku xemgîn û mehzûn in tevgeriyan bûn sedema reaksiyonan.

Hemû Nûçe

“Ew cezayên ku ji tacirên tiryakê re tên dayîn ne tirsdêr in”

Serokê Şaxa Mêrdînê yê Yeşîlayê Lutfu Gunluogluyê ku diyar kir her roja ku derbas dibe bikaranîna tiryakê zêde dibe derheqê xetereya bikaranîna tiryakê de wisa got: “ Ticareta tiryakê sûceke gelek mezin e lê ew cezayên ku tên dayîn netirsdêr in.”

“Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye”

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî merasîma vekirina konferansa ku ji teref YOKê ve hat tertîpkirin bû derheqê Mescîda Eqsayê de diyar kir ‘Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye.’

Karên Derve: Em wê daxuyaniya berdevkê Îsraîlî yê ku hedê xwe nizane şermezar dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve Muftuoglu ji wan gotinên ku ‘Wezareta Karên Derve’ yê rejîma terorê derheqê gotinên Erdogan de gotine re bertek nîşan da.

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

Yetîm-Dera ku navenda wê li Diyarbekirê ye ew ê di bergeha projeya ‘Ber bi hizûrê ve gav’ de xelkê vexwend bernameya daweta ku dê di 28ê Tîrmehê bê tertîpkirin.

"Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe hat binçavkirin

Nûçegihanê berê yê Gelê Kurdistan TVyê yê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe di operasyonên ku vê şeveqê li Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de hat binçavkirin.
Hemû Nûçe