Hejmera mirîyan bû 282

: 2014-05-15 11:24

MANÎSA - Hejmara kesên wefat kirine 282 ye. Xebatên rizgarkirinê dewam dikin.

Hejmera mirîyan bû 282

Bîlançoya qeza madenê ya li somayê qewimîye her ku diçe zêde dibe. Li gor agahîyên dawîn, hejmara kesên can dane gîhaye 282an. ji bo xelaskirina karkerên di madenê de asê mane jî, tîmên rizgarkirinê xebatên xwe didomînin.

 

Xebatên qezaya madenê ya Somayê bişev jî bênavber dewam kir. Piştî navbera tahlîya gazê, tîmên rizgarkirinê dîsa dest bi xebatan kir, lê belêşewata di madenê de didome.

 

Wezîrê karên enerjîyê Taner Yildiz vê sibê beyanatek weşandibû û di beyanê de hatibû îfadekirin ku hejmara karkerên can dane derketîye 282an. Yildiz da zanîn ku di 12 saetên davîn de tu karkerên sağ nehatîye derxistin û hêjî xwe negîhandine herdû bloqên galerîyan.

 

Tê texmînkirin ku dora 100 karkerî di binê madenê de asê mane. Kûrbûniya maden jî dora 450 metre di binê erdê de ye.

 

Ji teref serokwezîrtîyê ve hat beyankirin ku li welêt ji 13ê Gulanê vir ve, 3 roj şîn hatiye îlankirin.

 

Der barê qeza facîayê de serdozgeriya Somayê lêpirsîn da destpêkirin û wê îdîayên ku karker bê qeyd dane xebitandin bên lêkolînkirin.

 

Li aliyê din ji Weqfa Perwerdeya Mîllî ve hat beyankirin ku wê bûrsê bidin zarokên xwendekar yên karkerên ku di facîayê de wefat kirine. (İLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Ji zimanê şahidan  qetlîama Sûsayê

Ji zimanê şahidan qetlîama Sûsayê

2017-06-26 10:31:23

Şahidên wê qetlîama Sûsayê ya ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de ji teref PKKê ve hat kirin qala wehşet û hovîtiya PKKê ya we rojê kirin.

Li Behra Egeyê  di mezinahiya 4,1 de erdhej

Li Behra Egeyê di mezinahiya 4,1 de erdhej

2017-06-26 09:56:15

Li Behra Egeyê di mezinahiya 4,1 de erdhej pêk hat.

4 kesên ku ketin çala foseptîkê mirin

4 kesên ku ketin çala foseptîkê mirin

2017-06-26 08:00:44

Li Aladaga Edenê 4 kesên ku ketin nava çala foseptîkê jiyana xwe ji dest dan.

HEMÛ NÛÇE

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan ji bo bihêzkirina têkliyên biratiyê yên di nav Mislimanan de çareya dawî ye.

Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar bi daxuyaniya ku belav kir destbîşan kir ew wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin ji teref 4 welatên Ereban ve pê bidin qebûlkirin red kiriye.

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

Eyda Remezanê wê sibe bê îdrakkirin.Wextê nimêjên ku ew ê di vê roja pîroz de ji teref Mislimanan ve bên edakirin hatin diyarkirin.

Walîtiya Hatayê: 5 êrîşkarên xwekuj hatin girtin

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Hatayê ve hatiye dayîn de hat ragihandin 5 kesên ku haziriya êrîşa xwekujiyê dikirin hatin girtin.

HEMÛ NÛÇE