6-7ê cotmehê ji bo me Muherremek û Aşûrayeke nû ye

: 2015-10-21 15:30

QONYE - Komeleya Mustez’efan a Şaxa Konyayê ji bona Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku par di 6 û 7ê cotmehê de ji teref HDP/PKKyîyan ve hatibûn qetilkirin bernameya bîranînê li dar xist. Di bernamê de nivîskar û lêkolîner Ozkan Yaman diyar kir ku 6 û 7ê cotmehê ji bo me Muherrem û Aşûrayeke nû ye.

6-7ê cotmehê ji bo me Muherremek û Aşûrayeke nû ye

Komeleya Mustez’efan a Şaxa Konyayê,  Yasîn Borû û hevalên wî yên ku  di 6-7ê cotmehê de ji teref HDPKKyîyan ve hatibûn qetilkirin bibîr anî.

Bernameya ku nivîskar û lêkolîner Ozkan Yaman wek axivbêj beşdarî bûbû di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Çawa ku li ser Kerbelayê 14 qern derbas bûye  û hê jî me dide giryandin, îro bi heman awayî  6-7ê cotmehê jî ji bo me Muherrem û Aşûrayeke nû ye. Ev yek wê heta qiyametê me bide giryandin.

Ozkan  Yaman destnîşan kir ku ev ciwanên ku di 6-7ê cotmehê de hatine qetilkirin ciwanên cennetî ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ew bûne şehîd, tenê dayikên wan negirî, em hemû girîn.Salek li ser vê bûyerê borî; lê hê jî em digirîn. Dema ku ew bûne şehîd em man sêwî. Em di der heqê ciwanên wisa hêja de diaxivin dema ku meriv li wan temaşa dike  fedî dike. Em di derbarê ciwanên cinnetî de diaxivin. Çawa ku li ser Kerbelayê ve 14 qern derbas bûbe û hê jî me digirîne  bi heman awayî  ji îro şûnda jî 6-7ê cotmehê jî ji bo me Muherem û Aşûra nûye. Ev yek wê heta qiyametê me bide girîyandin.”

Yaman,  destnîşan kir ku li her  derê Tirkiyê ev şewata şehîdan tê parve kirin û wiha li peyvên xwe zêde kir: “ Min fedî dikir ku li Şehîd Aytaç Baranî binêrim. Ez çûm Sîwas û Stenbolê. Her kes digirîya. Netenê Stenbolî û Sîwasî; Trabzonî, Yozgatî, Nevşehîrî jî digirîyan. 3-4 roj piştî bûyerên 6-7ê cotmehê min li Nevşehîrê bernameyek li dar xist. Şexsek bi kelegirî li min gerîya û got: ‘Maleke min heye. Heke ez vê malê bifroşim hûn dikarin bigihêjînin malbata Yasîn Borû? Gelo ew vê alîkariyê  qebûl dbkin?” Ji Trabzonê yekî li min gerîya û got ku ‘Subhanellah  li Diyarbekirê mirovên wiha hene? Me efû bikin. Lewra me we wiha nedizanîya.”

Yaman, kesên ku Yasîn û hevalên wî şehîd kirin şibhand kesên mîna kesên ku çawa  dixwazin ku tavê berteref bikin û axavtina xwe wiha domand: “ Di nabeyna wan de tu ferq tûne ye. Ew dijminên merhemeta Yasîn in. Berîya ku Yasîn hê şehîd nebûbû li ser deftera xwe hinek tiştan nivîsî bû. Qala merhemetê kiribû. Ew dijminê vê merhemetê ne. Wan li merhemeta Cûmalî xistin. Wan li hezkirina Xwedê ya Rîyad xistin. Wan li ‘ilm, sebr û teqwaya  mamoste Turan xistin. Belê wan dixwest ku tavê bitefînin, lê hesaba Xwedê cuda bû.”

Bername, bi îlahî û seansa sînevizyonê xelas bû.(ÎLKHA)

 

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

“Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

2017-06-22 18:03:01

Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber minasebeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bang li xelkê hat kirin da ku roja înê temamê Mislimanan derkevin qadan û xwedî li Qudsa Şerîf derkevin.

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

2017-06-22 14:06:09

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de  tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

2017-06-22 13:34:26

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

HEMÛ NÛÇE

Otomobîl û wesayîta polêsan li hev qelibîn: 5 mirî 5 birîndar

Li Diyarbekirê otomobîlek û wesayîta polêsan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

Serokê Karên Diyanetê Gormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.

Rihayiyan di derheqê ‘Leyletul Qedrê’ de hest û ramanên xwe parve kirin

Ji Leyletul Qedra ku di nav meha Remezanê de ye re rojek ma, Rihayiyan di derheqê Leyletul Qedra ku jê re rojek maye de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Serwîsa karkeran qulibî: 18 birîndar

Li Ergeneya Tekîrdagê mîdîbusa ku serwîsa karkeran bû ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 18 karker birîndar bûn.

Kerwana Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

Ji teref Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê Stenbolê ye ve li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran malbatên feqîr re beriya eyda Remezanê alîkarî hat kirin.

HEMÛ NÛÇE