A A A

Li Kurdistana Başur çi diqewime?

: 2015-10-12 12:42

Hewlêr - Bûyerên ku bi xwepêşanên sikakan li Kurdistana Başur berî vê çend rojan dest pê kiribûn şûna xwe ji bûyerên tundîyê re hiştin, hat ragihandin di encamê bûyerên tundîyê yên ku li Kurdistana Başur pêk hatin de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Kurdistana Başur çi diqewime?

Ji ber bûyerên ku derketine Serokê Herema Kurdistana Başur Mesût Barzanî daxuyanîyeke nivîskî weşand û ji hêzên ewlehîyê daxwaz kir da ku li hemberî çalakîyên tundîyê tedbîrên pêwîst bistînin.

Barzanî di daxuyanîya ku da de di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Kesên ku li gor qanûnan tevnagerin û hereket nakin ew ê ji tiştên ku pêk werin berpirsîyar werin hesibandin.Li herema Kurdistanê hêzên ewlehîyê, îdarevan û partîyên siyasî bila wezîfeyên xwe bi cî bînin û ji bona aramî û hizûr hakim bibe tedbîrên pêwîst bistînin.”

PDK sedema derketina bûyeran partîya Goranê û Serokê partîyê Newşîrvan Mustafa nîşan da. Bi heman awayî Goran jî di derbarê bûyeran de destnîşan kir ku PDK ji bo hewcîtîya xelkê bêeleqe dimîne.Hat diyarkirin li bajarê Sileymanîyê û li navçeyên wê cihên ku lê YNK û Goran bi hêz in geşedanî û xwepêşan ji ber pirsgireka maaşê û ji ber hilbijartina serokatîyê dest pê kirin. Hat îddîakirin di destpêka bûyeran de hinek komeleyên ku girêdaye PKKê ne bi şiklekî çalak cî girtine.

Her weke tê zanîn wextê wezîfeya Serokê Herema Kurdistana Başur Mesût Barzanî di 20ê  tebaxê de xelas bûbû û bi qerara ku hatibû standin cardin heta sala 2017an wezîfeya Mesut Barzanî hatibû dirêj kirin. Partîya Goranê vê qerara ku hatibûn dayîn qebûl nekiribû û xwestibû ku Serok ne ji teref xelkê ve ji teref parlamentoyê ve were hilbijartin û rayêyên serok jî werin kêm kirin .

Partîyên YNK, HAREKETA GORAN, YEKGIRTO û KOMEL ên ku partîyên herî mezin ên Kurdistana Başur in di wan rojên borî de li ser pirsgirêka hilbijartina serokatîyê li Sileymanîyê cara 9emîn civîyabûn; lê belê tu encam bi dest nexistibûn.

Ji ber ku di naveyna partîyan de li ser mijara hilbijartina serokatîyê li hev nekirin çênebû û ji ber pirsgirêkên îqtîsadî li Kurdistana Başur xwepêşan û bûyer dest pê kirin. Ji ber ku di 9emîn civîna partîyan de tu encam nehat standin kesên ku ji vê qerarê nerazîbûn li Sileymanîyê rê ji trafîkê re girtin .Ji ber bûyerên ku qewimîn PDK di derbarê mijarê de sedema derketina bûyeran Goranê nîşan da û destnîşan kir ku GORAN  dixwaze bi van bûyeran kaosê derbixe û vê meselê bixe meseleyeke civakî.

Di derbarê mijarê de ji teref Parlementerê KDPê Hayat Mecîd ve li ser malpera fermî ya partîyê daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de wiha  hat ragihandin: “Goran dixwaze li welêt tevlîhevî û alozîyan derbixe.Kesên ku wan xwepêşan û bûyeran li Sileymanîyê organize dikin û xelkê tehrîq dikin rayedarên GORANê ne. Tu eleqeya pirsgirêkên îqtîsadî û eskerî bi pirsgirêka hilbijartina serokatîyê re tune ye.GORAN dixwaze temamên pirsgirêkan bi meseleya serokatîyê ve girêbide.Goran partîyeke ku di nava hikûmetê de cî girtîye.Bi qasî PDK parlementerên wî hene.Lê belê her tim bi zihnîyeta muxalefetê tevdigere.Li gor xwe hesabinan dike û xelkê tehrîq dike da ku xwe berdin kolanan û bûyer rû bidin. Ji ser van tiştan jî hisaba zêdetir standina rayan dike.”

Mecît di dawîya daxuyanîyê de destnîşan kir ku rayedarên GORANê tevlî bûyeran dibin û ew bi vê tevlîbûnê dixwazin ku kaos û alozîyê derînin.

 

Li ser bûyerên tundîyê yên ku li Kurdistana Başur qewimîbûn de Serokê PDKê ya Sileymanîyê Saît Selîm Axa destnîşan kir ku ew telebên xelkê mafekî meşrû dibînin.

Li ser bûyerên tundîyê yên ku li Kurdistana Başur qewimîbûn de Serokê PDKê ya Sileymanîyê Saît Selîm Axa destnîşan kir ku ew telebên xelkê mafekî meşrû dibînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Telebên xelkê mafekî meşrû ne. Her wiha digel vê GORAN provakasyontîyê dike. Lewra GORAN bi girtina rêyan û bi şewitandina lastîkan dixwaze ku tevlîhevî û alozîyê derîne.Her wiha GORAN bang li mamoste û bijîşkan dike da ku neçin serê karên xwe û xwe berdin kolanan.”

Ji rexê din ve jî Parlementerê GORANê Bahar Mahmûd di derbarê pirsgirêkê de destnîşan kir ku wan ji bona ku pirsgirêk were çareserkirina gelek tawîz dane PDKê; lê belê PDKê xwe nedaye ber vî tiştî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di vê pêvajoyê de PDKê qet gavek neavêt paşve.Me ji teref xelkê ve hilbijartina serok bi şertê zêfandina rayeyên serok qebûl kiribû.Me nîşan kiribû ku em dikarin li ser mijara Serokatîya 2 salan a Mesûd Barzanî jî biaxivin.Lê belê PDK tu teklîfên me qebûl nekir û xwest ku fikrên xwe bi me bide qebûlkirin.”

 Berpirsîyarê Karên Dervê yê YNKê Sadî Pîre jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ku bûyer ji ber pirsgirêka xizmet û maaşê rû dane û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em piştgirîyê didin telebên xelkê xwe. Divê hikûmet berî kêlîkê maaşên xelkê ji wan re belav bike û divê guh bide  telebên xelkê.”

Serokê KOMELê Elî Bapîr di derbarê pirsgirêk û bûyeran de   ji bona bûyer zêdetir nebin û ji bona aramî û hizûrê bangawazîya lihevhatinê li terefan kir.

Elî Bapîr axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha da domandin: “Ji bona ev pirsgirêk were çareserkirin divê Serokên 5 partîyên mezin en Kurdistana Başur bicivin.Heger di naveyna terefan de lihevhatin çênebe dibe ku rewş xirabtir bibe.”

Elî Bapîr destnîşan kir ku ji bo li hev hatine ji rûniştinê pêve tu çare tune ye û axavtina xwe wiha da domandin: “Divê  rayedarên hikûmet û partîyan ji vê pirsgirêkê re çareyekê bibînin.Divê Serok,Serokwezîr,Serokê Parlamentoyê û serokên partîyan rûnin û vê mijarê muzakere bikin.Tohmetkirina hevdu û her wiha kirina tiştên din ne tiştekî rast e. Parlamento îflas kiriye, naxebite,tîcaret sekinîye,maaş  nayên dayîn û xelk êdî ji bêrêtî gazinan dike.Xwepêşan heqên xelkê me ye, lê belê divê maf û heq bi şiklekî rast û meşrû werin telebkirin.Ev bûyer bûne sedemên gelek tiştên nebaş.Ez hêvî dikim ku berî kêlîkê ev bûyer bi dawî bibin.”

Berpirsîyarê PDKê ya Kelarê Ekrem Salîh jî di derbarê bûyeran de agahîyên balkêş bi raya giştî re parve kir.

Salih destnîşan kir ku tu eleqeya wan bûyerên tundîyê yên ku li Sileymanîyê û li navçeyên wê derketine  bi krîza îqtîsadî re tune ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li navçeya Kelar û li herema Germîyana ku girêdayî Sileymanîyê ne, sazîyên ku nêzî PKKê ne xelkê tehrîq kirin û bere xelkê dane avahîyên PDKê.Di nava pêşandaran de mamosteyek an jî memûrek tune bû. Hemû xort bûn û bi tehrîqên kesên siyasî êrîş dikirin. Kesên pêşandar li ser navê Serokê PKKê Abdullah Ocalan sloganan diavêtin.

Hat ragihandin di bûyerên ku pêk hatine de di serî de avahîyên televîzyona Rûdawê û her wiha çend avhîyên din ên çapemenîyê jî rastî êrîşan hatine.Her wiha hat ragihandin ofîsên Dûhok û Hewlêrê yên televîzyonên NRT û KNNê yên ku nêzî GORANê ne ji ber ku weşanên provakatîf kirine hatine girtin.Di derbarê mijarê de ji teref NRTê ve daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku rêveberên PDKê ofîsên wan girtine û xebatkarên ofîsên wan şandine Sileymanîyê.

 Her wiha hat diyarkirin ku li bajaroka Şarezura Helepçê êrîş li avahîyên KDP, YEKGIRTO û KOMELê hatine kirin.

Berpirsîyarê Teşkîlata Bajêra Helepçê ya PDKê Fazil Beşaret di derbarê êrîşan de ji Rûdawê re axivî û wiha destnîşan kir: “PDK ew ê planên wan kesên ku dixwazin xwîn biherike xera bike. Partîya me ji ber ku qerara valakirinê dabû me avahîyên partîyên xwe vala kir û sparte hêzên ewlehîyê.”

Her wiha berdevkê  PDKê yê Silaymanîyê Faris Nevrolî jî di derbarê bûyeran de destnîşan kir wan hinek avahîyên xwe yên partîyê vala kirine û ji hêzên ewlehîyê re teslîm kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Belê rast e ku me hinek avahîyên xwe vala kirîye. Lê belê ev valakirin nê ji ber ku em li wan derdoran lewaz in ji ber ku me nexwest xwîn birîje me avahîyên xwe vala kir.”

Nevrolî axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha da domandin: “Hinek derdor hewl didin da ku kaosê derxînin. Hinek partî krîza maaşan dixin hincet û berê pêşandaran didin avahîyên PDKê. Bi vî awayî dixwazin ku kaos û alozîyê derînin.”

Berpirsîyarê PDKê  ya Helepçê Bahtîyar Sidiq  jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku Buroya wan a Siyasî qerara valakirinê daye, wan jî li Helepçê 10 avahîyên xwe yên partîyê vala kirine û ragihand ji vê pêve ji êrîşên ku wê bên kirin hêzên ewlehîyê berpirsîyar in.

Navenda Partîya GORANÊ jî di derbarê bûyerên ku li Sileymanîyê û li derdorê wê derketinê de daxuyanîyeke nivîskî da weşandin û destnîşan kir ku êdî PDK wesfa berpirsîyarîyê ji dest daye.

GORAN di daxuyanîyê de destnîşan kir ku êdî taqat û sebra xelkê nemaye û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “PDK ji dêla ku ji pirsgirêkan re çareyekî bibînê, daxuyanîyên bêpirsîyar dide û kampanyaya reşkirinê birêve dibe.”

PDK di daxuyanîya ku berî vê çend rojan di derheqê mijarê de belav kiribû de wiha destnîşan kiribû: “Her weke ku tête zanîn endamên me  hema hema giştên wan li cebhê li dijî DAÎŞê çûnê şer. Lê belê li Sileymanîyê û Germîyanê ev bû çend roj ku di bin sîwanê protestoyan de êrîş li partîyên me tên kirin.Eşkere ye ku ev tişt di çarçoveya planekî de tên kirin.”

Piştî daxuyanîyên terefan Şewirmendê Ajansa Ewlehîyê  ya Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di derbarê bûyerên ku li Kurdistana Başûr rû dane de daxuyanîyek da û destnîşan kir  ku ji wan êrîşên ku li PDKê tên kirin GORAN berpirsîyar e.

Mesrûr Barzanî ji ser  hisaba xwe ya medyaya civakî di nivîsa ku parve kir de bûyerên tundîyê şermezar kir û ji malbatên kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane re peyama sersaxîyê xwest. 

Yekîtîya Nîştîman a Kurdistanê YNK jî di daxuyanîya ku da de di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Niha em bi pirsgirêkên siyasî, îqtîsadî û bi şerê navxweyî rûbirû ne. Pirsgirêkên di salên borî de bi şewazên cuda dihatin çareserkirin. Lê belê niha ji ber rewşa sîyasî û ewlehîyê ya Eraqê pirsgirêka ewlehîyê li ser milê Kurdistane bar kirine.”

YNK di daxuyanîyê de diyarkir ku di hevdîtinên krîza serokatîyê de  di serî de PDK û terefên siyasî yên din teklîfên maqûl pêşnîyaz nekirine û  ji ber vê kirîza siyasî û îqtîsadî  di serî de mamoste û her wiha temamên memûran şepirze kiriye û ev bû demeke dirêj ku mamoste û memur nikarin maaşên xwe bistînin.

 Di berdewama daxuyanîya ku ji teref YNKê ve hatîye dayîn de hat diyarkirin ku ew piştgirîyê didin wê projeya ku digel KOMEL, YEKGIRTO û bi GORAN re  hatîye amadekirin û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Tu teref nikarin ji ber bûyerên ku rû dane YNK berpirsîyar nîşan bidin. Ji bona ku rewş xerabtir nebe divê telebên demokratîk bi şiklekî ku ji tundîyê dûr be werin ziman.”

Wezîrtîya Pêşmergê jî di derbarê bûyeran de bangawazîyê li temamê civakê kir  da ku heq û mafên xwe di çarçoveya qanûnê de û bi şiklekî aştîyanê bînin ziman û her wiha ji xelkê hat xwestin ku zirar ji navendên siyasî û  ji sazîyan din re neyên dayîn.

Her wiha di derbarê mijarê de ji teref Ofîsê Serokwezîrê Eraqê Haydar el-Îbadî jî daxuyanîyek hat weşandin.Di daxuyanîya ku hat dayîn de ji bona îstîqrar û aramî were sazkirin bangawazî li temamên hêzên siyasî hat kirin.

Îbadî di daxuyanîyê de  ji ber mirinan xemgînîyên xwe anî ziman û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê pirsgirêk di çarçoveya hevpeyvîn, hiqûq û qanûnê de werin çareserkirin.  Her wiha divê xelk wê xwepêşanîyên xwe yên aştîyane bi şiklekî rihet karibin bikin û divê pêşandar jî bi tu şiklî zirarê nedin tu derî.”

Her wiha ji teref  Wezîrtîya Karên Derve  ya Îngilîstanê ve ji hemwelatîyên xwe re hişyarî hat dayîn  û ji wan hat xwestin ku heta ku nemecbûrî be bila tu kes neçê Herema Kurdistanê.

Nexwasim di nava saleke dawî de Mesûd Barzanî  xweserîya Kurdistanê dianî ziman. Di vê sala dawî de êrîş û bûyerên  cûrbecûr pêk hatin.  Her weke ku tê zanîn di demeke kurt de bûyerên mîna van qewimîn û hê jî diqewimin:Operasyonên ABDê yên li Sûrî ,ji teref Tirkîyê ve cardin vekirina Wargeha Încîrlîkê, zêdebûna êrîşên PKKê, operasyonên Rûsyayê li Sûrî yên ku li dijî muxalifan dike, ji teref Tirkîyê ve îxlalkirina sînorên Eraqê, tevlîhevîya nevxweyî ya li Kurdistana Başur û teqîna li Enqerê . Analîstan piştî ku van bûyeran bi şiklekî tevahî nirxandin destnîşan kirin ku ev geşêdanî û bûyer ji hevdû ne cuda ne,tev bi hevdû ve girêdayî ne.

Li gor hinek analîstan  jî sedema bûyerên ku li Tirkîye,Eraq û li Sûrî diqewim ji ber dijberîya ABD û Rûsyayê ye.(ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

2017-08-17 08:14:25

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

2017-08-16 17:58:28

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

2017-08-15 13:27:55

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe