USD 5.27
EUR 5.94
GBP 6.76
Zêra Gram 223.93
Zêra Cumhuriyetê 1492.63
  • Sazumanî
    • Vîzyona me
    • Rêgezên Weşanê
    • Peymana Abonetîyê
    • Pêwendî
    • Pêşnûmaya Organîzasyonê
    • Nepenî
    • Mîsyona me
    • Hişyariya Zagonî
  • Muameleyên Ebonê
    • Qeyda Abonê
    • Têketina Ebonê

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

  • Serûpel
  • Nûçe
    • ROJEV
    • SIYASET
    • CÎHAN
    • TEKNOLOJÎ
    • TENDURISTÎ & JIYAN
    • PERWERDE
    • HEVPEYVÎN
    • ABORÎ
    • ÇAND & HUNER
    • Arşîv
    • Hemû Nûçe
    • Hemû Sernûçe
  • Wenê
  • Vîdyo
  • TR
  • EN
  • AR
  • FA
  • KU
    • Kurmancî
    • سۆرانی
Îmsaq 06:47 Nîvro 13:09 Esr 15:27 Mexrib 17:47 Eşa 19:14
8°C
  • +90 536 361 88 88

A A A

Gundîyên ku ava wan hat qutkirin li benda çareserîyê ne

: 2018-11-14 15:35

ŞIRNEX - Ava gundê Kolyana ku bi ser Sîlopîya Şirnexê ve girêdayî ye ji ber ku heqê ceyranê ji teref Dîcle EDAŞê ve hat qutkirin. Gundîyên ku ava wan ev çend roj in hatiye qutkirin û hatine mexdûrkirin niha li benda çareserîyê ne.

Gundîyên ku ava wan hat qutkirin li benda çareserîyê ne

Ceyrana bîrên avê ya gundê Kolyaya Silopîyê û yên gundikên bi navê Xirbok, Sîslî û Çîçeklîya girêdayê gundê Kolyana ku bi ser Sîlopîya Şirnexê ye ji teref Dîcle EDAŞ ê ve ji ber deynên ceyranê yên ku ketin ser hevdû hat qutkirin.

Li gund û gundikên  ku 250 mal lê hene û zêdetirî 2 hezar kes li wan dijî welatî ev çend roj in ku di warê temînkirina ava vexwarinê de zehmetîyê dikşînin. Gundîyên ku bi metereyên avê ji kahnîyên derveyî gund hewl didin ava xwarinê ji xwe re bînin diyar kirin ew hatine mexdûrkirin û bang li rayedaran kirin da ku ji mexdûrîyeta wan re çareserîyekê bibînin.

Gundîyê bi navê Selîm Ongunê ku derbarê mijarê de axivî, diyar kir heqê tu kesî tuneye ku ava ku tê gund qut bike.

Ongun di berdewama axavtina xwe de diyar kir muxtarê gund derbarê mijarê de serî li meqamên eleqedar kiriye, lê tu netîce bi dest nexistiye. Ongun dû re wiha li axavtina zêde kir: “ DEDAŞê êvarekî bêyî ku haya kesî jê çêbibe ji ber ku deynê bîrên avê heye hatiye ceyrana bîrên avê qut kiriye. Millet vê ezîyetê dikşîne. Jin bi bîdonan ji kahnîyên berê hewl didin avê bikşînin malên xwe. Hemû kes bes dikarin vê avê bi kar tînin.”

Ongunê ku diyar kir rayedar bi wan re eleqedar nebûne derbarê mijarê de axavtina xwe wisa domand: “ Dema ku hilbijartin nêz dibin, tu lê dinêrî hemû kes di destên wan de kaxiz û qelemek tên gund û nîşeyan digirin derbarê  gazin, gilî û xwestekên gundîyan de. Lê belê tev vir in. Vaye bû 5 roj ku ava me tune ye. Li vî gundî 110 mal heye û nêzî 2 hezar kes lê dijî. Lê belê tu rayedar bi problema me eleqedar nabin. Em ji DEDAŞê dipirsin, ji me re dibêjin ne sûcê me ye. Ji Diyarbekirê hatine û ceyranê qut kirine. 300-400 hezar TL heqê ceyranê dibirin û dibêjin heqê ceyranê bidin. Îmkana tu kesî tune ye ku vî pereyî bide. Ha, ew ê tu faturê binivîse? Wê çaxê saateke avê deynin li ber malan, ew ê her kes mehane 60-70 TL, çi qas be êdî heqê xwe bide.”

Welatîyê bi navê Cemîl Ozden jî derbarê mijarê de diyar kir ew digel ku problemên xwe ji Parlementerê Şirnexê re vegotibin jî pê eleqedar nebûne.

Îsa Ongunê 85 salî jî derbarê mijarê de diyar kir ew ji rayedaran çareserîyê dixwazin.

Maqbûle Yasugey û Meryem Demîra ku ji serê kahnîyê hewl didin avê bibin mala xwe, derbarê mijarê de diyar kirin ew ji ber qutkirina ceyranê gelekî zêde mexdûr bûne û zehmetîyê dikşînin.

Rayedarên DEDAŞê yên ku me bi wan re derbarê mijarê de axivî diyar kirin deynê wan a ceyranê ya ku ev 6 sal in nehatiye dayîn heye.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Etîket Şirnex Silopî bîra avê ceyran DEDAŞ qutkirin mexdûrîyet
Kategorî ROJEV
Îmtîhana Sîyerê ya bi Xelata Umrê bi kelecaneke mezin dest pê kir

2019-02-17 11:01:32

Îmtîhana Sîyerê ya bi Xelata Umrê ya ku îro li girştîyê Tirkîye yê tê tertîbkirin dest pê kir.

Gelek alim, pêşewa, rêber û rêzanên Îslamê di meha Sibatê de şehîd bûn

2019-02-16 16:00:22

Ji mêj vir ve ji ber ku gelek alim, pêşawa û xizmetkarên Îslamê di meha Sibatê de hatine şehîdkirin meha sibatê bi navê “Meha Şehadetê” tê binavkirin.

Cemre dê kengî bikeve?

Cemre dê kengî bikeve?

2019-02-16 13:37:12

Ji ber ku di meha sibatê de hewa zêde germ bûn welatî ketina cemreyê ya ku mizgîndarê biharê ye meraq dikin.

Hemû Nûçe

Ji ser WhatsAppê gef li siyonîstan hat xwarin!

Hîzbullah ji ser Whatsapê gef li rayedarên payebilind ên îşxalkerên siyonîst xwar.

Otobus û kamyon li hev qelibîn: 3 jê zarok 5 kes birîndar bûn

Li Entabê otobus û kamyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Gelo MEBê fealîyeta “yoga”yê betal kir?

Hat diyarkirin MEBê destûra fealîyeta bi navê “Bi Ece Vahapoglu re Yogaya Zarokan” betal kiriye; lê belê derbarê mijarê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat weşandin.

Ew ê bernameya “Meha Sibatê Meha Şehadetê” bê tertîpkirin

Ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve li Diyarbekirê dê bernameya “Meha Sibatê Meha Şehadetê” bê tertîpkirin.

Belgeyên têketinê ya îmtîhana TUS û STSyê hatin weşandin

Ji teref OSYMyê ve belgeyên têketinê ya îmtîhana TUS û STSyê hatin weşandin.
Hemû Nûçe

ANALÎZ

Analiz Haber

Emperyalîzma çandî: 14ê Sibatê Roja Dildaran!

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-2

Analiz Haber

Mexdûrên kumpas û komployên FETO-2

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-1

Analiz Haber

Mexdûrên komplo û kumpasên FETO -1

Hevpeyvîn

Hasan El Benna digel hilweşîna xîlafetê hareketeke nû ya îhyakirinê da destpêkirin

1
“Kes ji bo xelkê Sûrîyê mudaxeleyî Sûrîyê nekir, tev ji bo menfaatên xwe xebitîn”

2
 “Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

“Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

3
Rêberê Cemaeta Hîzbullah di 19emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn

4
Pîreka ku di emrê ciwan de zewicî: “Dewlet piştî 7 salan mala min xera kir!”

5

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

Navnîşan :Peyas Mah. 466 Sk. Öncüoğlu Sitesi A/Blok No:1 Kayapınar/DİYARBAKIR

Telefon :+90 412 237 51 23

WhatsApp :+90 536 361 88 88

Torên Me yên Medyaya Civakî

Sazumanî

  • Vîzyona me
  • Rêgezên Weşanê
  • Peymana Abonetîyê
  • Pêwendî
  • Pêşnûmaya Organîzasyonê
  • Nepenî
  • Mîsyona me
  • Hişyariya Zagonî

Menû

  • Vîdyo
  • Wenê
  • Ebonetî
  • Qeyda Abonê
  • Têketina Ebonê
  • Têkilî
  • HILBIJARTIN 2018

Xizmet

  • Arşîv
  • Haber Merkezi

© 2007-2019 Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA All rights reserved.

Nîjerya êrîş hilbijartin taloq dayîn