Di qezaya helîkopterê de kesek jiyana xwe ji dest da
STENBOL - Kesê ku li Stenbolê di qezaya ketina helîkopterê de birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Doh li Bostanciya Stenbolê helîkopterek ke û digel pîlot Îsmet Ozgur karsazê bi navê Halîl Îbrahîm Unver 2 kes birîndar bûbûn.
Karsaz Unver ku hat rakirin nexweşxanê digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da û tedawîya pîlot Ozgur jî berdewam dike. (ÎLKHA)