Tirkîyê ji gefxwarinên Amerîka re bertekeke tund nîşan da
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkîyê ji gefxwarinên Amerîka yên derbarê keşeyê bi navê Andrew Brunsonê ku ji girtîgehê hat derxistin de hat dayîn re bertekeke tund nîşan da.

Serokê Amerîka Trump derbarê sîxûrê Amerîkayê keşeyê bi navê Andrew Brunsonê ku ji girtîgehê hat derxistin û niha di mala xwe de di bin çavdêrîyê de tê girtin de daxuyanîyeke bêedeb da û destnîşan kir “Ger Brunson neyê berdan, ew ê mueyyîde li Tirkîyê bên sepandin.
Ji ber vê daxuyanîya Trump rayedarên Trikîyê ji daxuyanîya qustax û bê edeb a Amerîka re berteka tund nîşan dan.
Bertekên ku ji teref rayedarên Tirkîyeyî ve hatine nîşandan bi vî awayî ne:
Alîkarê Serokomar Fuad Oktay : “ Li dijî gefxwarinên pûç û vala tehamûla me nîne.”
Wezîrê Edaletê Abdullah Gul: “ Tirkîye welatek e ku dikare qedera xwe tayîn bike û xweser e.”
Berdevkê Serokkomarîyê Îbrahîm Kalin: “Amerîka bi gefxwarinan nikare netîcê bistîne.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve Hamî Aksoy: “Tu kes nikare fermanê bide Tirkîyê û gefê lê bixwe.”(ÎLKHA)