Li Farqînê piştî pevçûnê hê jî bêhizûrî didome
DIYARBEKIR - Li Farqînê piştî qedexeya derketina derve xelas bû re erebeyên ku hatibûn tahrîbkirin ji cadeyan berhev kirin û hewldan da ku navçê paqij bikin.

Li navçeya Farqîna Diyarbekirê ji ber şer û pevçûnên ku qewimîn bû li navçê derketina derve hatibû qedexekirin. Qedexe îro ber şeveqê re hat rakirin û erebeyên xelkê yên ku ji pevçûn û şerên ku derketibûn zirar dîtibûn ji ser cadeyan hatin rakirin û dest bi xebatên paqijîyê kirin.
Her wiha hat ragihand her çiqas derketina derve hatibe rakirin jî li navçê rewşa bêhizûrîyê hakim e.
Dikandarên Taxên Tekel, Mescîd û Konakê piştî ku qedexe hat rakirin re dikanên xwe yên ku ji bûyeran zirar dîtibûn paqij kirin.
Dikandar û xelkê Farqînê di derbarê bûyerên ku qewimîne de destnîşan kirin ku ev bûyer herî zêde zirar daye wan.(ÎLKHA)