Li Hopayê xebatên tesbîtkirina zirarê dest pê kir
ARTVÎN - Wezîrê Karên Daristan û Avê Veysel Eroglu li navçeya Hopaya Artvînê vekolînan kir û destnîşan kir ku di lêhîya ku rabûyê de tevde 8 kes jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Karên Daristan û Avê Veysel Eroglu li navçeya Hopaya Artvînê vekolînan kir. Eroglu piştî vekolînan li qaymakamtîyê civînek li dar xist. Ereoglu di derbarê lêhîyê destnîşankir ku di lêhîyê 8 kes jiyana xwe ji dest dane û qîzikek jî winda bûye.
Wezîr Eroglu her wiha diyar kir ji bona zirarên ku pêk hatine werin berterafkirin xebat hatine destpêkirin û ji bona malbatên ku di lêhîyê de zirar dîtine jî wê alîkarî bên kirin.
Her weke ku tê zanîn duh êvarî li navçeya Hopaya Artvînê lêhî rabûbû û li hinek cihan jî hezaz pêk hatibûn. Di vê lêhî û hezazê de tevde 8 kes jiyana xwe ji dest dabû û qîzek jî winda bûbû.(ÎLKHA)