Li Diyarbekirê 2 ton û 800 kîlo teqemenî û gelek muhîmat hat bidestxistin
DIYARBEKIR - Di operasyona ku li Pasûra Diyarbekirê hat kirin de 2 ton û 800 kîlo teqemenî û gelek çek û muhîmat hat bidestxistin.

Walîtiya Diyarbekirê derbarê operasyona ku gundika Şenyaylaya gundê Alacaya Pasûrê hatiye kirin de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat ragihandin operasyon şeveqê dest pê kiriye û êvarî bi dawî bûye û di encama operasyonan de 2 ton û 800 kîlo teqemenî hat bidestxistin.
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de muhîmat û çekên ku hatine bidestxistin wisa hatin birêzkirin:
“10 AK-47 Keleşkof, RPG-7 Roketavêj, hezar û 500 lib berikên Keleşkofan, 4 hezar û 700 lib berikên bîksiyê, 10 muhimatên roketavêjên antî-personelê, 15 muhimatên roketavêjên antî-tanqê, M15 mayina antî tanqê, 25 lin fîşekên sewkê yên roketavêjê, 10 lin bombeyên destan, 2 ton û 800 kîlo teqemeniya ku bi amonyum nîtratê hatiye amedekirin, 2 heb şarjorên Keleşkofê, telsizê wesayîtê û 300 metro qeblo.”(ÎLKHA)