SEMSÛR

°C





SEMSÛR HEMÛ NÛÇE

Nûçeyên Dawî

DIYARBEKIRBerî ku girtina qatilên lawê xwe bibîne rehmet kir

Perîzad Yavaşa ku diya Turan Yavaşê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de hatibû qetilkirin berî ku girtina qatilên lawê xwe bibîne rehmet kir.

NAVENDA NÛÇEYAN‘Sê Mehên’ ku mehên rehmet û mexfîretê ne dest pê dikin

Sê mehên ku di nav xwe de Şeva Leyletûl Qedra ku ji hezar û yek şevê bixêrtir e dihewînin di 29ê mehê Adarê di şeva ku şeva çarşemê bi şeva pênçşemê ve girê dide de dest pê dike.

DIYARBEKIR“Îro temamê ummetê heyateke mustezaf dijî”

Di bernameya ku ji ber minasebeta ‘Hefteya Mustezafan’ li navenda Giştî ya Îttîhadul Ulemayê hat lidarxistin de rewşa ku Misliman di nav de ne hat axavtin û qala girîngiya wehdetê hat kirin.

DIYARBEKIRSerokê AK Partiyî gafek mezin kir

Nîmet Aksoyê Serokê Navçe yê AK Paşrtiyê doh di bernameya ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî beşdarî bûbû de axavtinek kir û di axavtina xwe de gafek mezin kir.

DIYARBEKIRParlementerê Cemaatî Îslamî HUDA PARê ziyaret kir

Muhammed es-Sagîrê Endamê Meclîsê Şûrayê û di heyama Mûrsî de Parlementerê Partiya Pêşveçûn û Bînayê bû û Samî Atîyyeyê endamê Cemaatî Îslamiya Misirê ye, HUDA PARê ziyaret kirin.

NAVENDA NÛÇEYANPolêsê Fransayê bi postalan ket nava camiyê

Li Fransayê polêsên ku bi postalan ketin hundirê camiyê bi zext û zorê Mislimanên ku li hundir nimêj dikirin û Qur’an dixwandin derxistin derve.

NAVENDA NÛÇEYANSerokkomar Erdogan: Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin

Serokomar Erdogan diyar kir ew bawer dike ku dê dengdayîna xelkê ji ser ji sedî 52an re ‘Erê’ derkeve û di derheqê helwesta Ewrûpayê de wiha diyar kir “Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin, ew jî dikarin bi sûprîzan re rûbrû bimînin."

BIDLÎSNîştecihên gundê Nûrsê qala Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî kirin

Nîştecihên gundê Nûrsê ji ber minasebeta 57emîn salvegera Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî qala jiyan, micadele û armanca wî kirin û destnîşan kirin digel zilmên sirgun û hepsan Ustad tu wextî ji xizmeta Qur’anê bi paş ve gav neavêtiye.

NAVENDA NÛÇEYANQerara ‘torbeya hilbijartinê’ di Rojnameya Fermî de hat weşandin

Qerara ku ji teref YSKyê ve di derbarê hazirkirina amûrên torbeyê ya hilnijartinê de hatibû dayîn di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

NAVENDA NÛÇEYANDu keştiyê penaberan binav bûn: 250 mirî

Li Behra Spî du keştiyê penaberan binav bûn, di encama binavbûnê de 250 kes jiyana xwe ji dest dan.